​​​​​​​`Dewleta Tirk û DAIŞ ji hev qut nabin`

Hemwextî êrişên dewleta Tirk a dagirker, çalakbûna çeteyên DAIŞ`ê di çarçoveya şerê  Xezwet El-Sair Lîlşeyxeyn an ku "Şerê tohildana herdu şêxan" de gelek pirsnîşan derxistin pêş. Di encamê de eşkere dibe ku DAIŞ sûd ji êrişên dewleta Tirk ên li ser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê digire da ku vegere.

​​​​​​​`Dewleta Tirk û DAIŞ ji hev qut nabin`
9 gulan, 2022   00:51
KOBANÊ-CUMA MIHEMED

Dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kiriye. Herî zêde gundên navçeyên Til Temir û Zirgan ên bakurê Hesekê û Eyn Îsa di hedefa êrişan de ne. Di 22`yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker ji baregehên xwe yên li ser sînor, bajarê Kobanê kir hedef.

Balafirên bê mirov ên bi çek ên dewleta Tirk a dagirker ji navîna Nîsanê ve êrişên xwe li ser herêmê, ji Qamişlo bigire heta bigihêje Til Temir, Kobanê, Minbic û Til Rifetê zêde kirin. Di encamê de windahiyên madî û canî çêbûn.

A balkêş ew e ku bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re, DAIŞ`ê ji bo tola serçeteyê xwe Ebû Îbrahîm El-Qureşî hilîne, şerê  ''Xizwet El-Sair Lîlşeyxeyn'' ragihand. Ebû Îbrahîm El-Qureşî di operasyona Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de li gundekî Idlibê li nêzî sînorên Tirkiyê hate kuştin.

`DEWLETA TIRK ATMOSFÊRA VEGERA TERORÊ AMADE DIKE`

/kr/uploads/files/2022/05/08/190159_-.webp

Parêzer û siyasetmedar Elaedîn El-Xalid Kalo got: “Gelek sedemên êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî bakurê Sûriyê bi giştî, Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi taybet hene. Ji destpêka aloziya Sûriyê û heta roja me ya îro li ber çavên Rûsya û Amerîka yên garantor, dewleta Tirk hewl dide DAIŞ`ê li herêmê vejîne. Ji bo wê şert û mercanan amade dike da ku DAIŞ veger.”

Kalo diyar kir ku dewleta Tirk sûdê ji geşedanên siyasî, leşkerî yên xwecihî, herêmî û navneteweyî û şerê Rûsya û Ukraynayê digire û li ser tayên berjewendiyên rûsan û amerîkayan dilîze da ku projeya xwe ya dagirkirinê firehtir bike, bendên Mîsaqê Millî pêk bîne û serfiraziyên xîlafeta osmanî vegerîne ku li ser yekitiyê Sûriyê gef in. Lê ruxmî van êriş û gefan tu nîşaneyên pêkanîna êrişeke leşkerî li dijî herêmê tune ye. Ew hewldanek da ku aloziya siyasî û aborî ya li Tirkiyê derxîne, tevliheviyê derxîne û ewlehiya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk biçe.”

`TIKRIYÊ Û DAIS JI HEV NABIN`

Dewleta Tirk roleke neyînî di aloziya Sûriyê de lîst, piştgirî da Ixwan El-Muslimîn ku navê muxalefetê li wan kir, tundrawî teşwîq kir û Sûriyê ber bi şerekî navxweyî ve bir ku îro berdewam e. 

Ji wê zêdetir dewleta Tirk tovên terorê li axa Sûriyê belav kirin, sînorên xwe ji hezaran tundrawên biyanî re vekirin û ew derbasî Sûriyê û Iraqê kirin ku tev li DAIŞ`ê bûn û xîlafet ragihand. Her wiha desteka madî û leşkerî da DAIŞ'ê û bi awayekî eşkere bi dehan navend li ser xaka xwe ji wan re vekirin. Kesên ku bixwazin tev li DAIŞ'ê bibin navên xwe li van navendan qeyd dikin.

Li gorî çavdêrên rewşa Sûriyê, belavbûna DAIŞ`ê li seranserî sînorên Tirkiyê, dikeve xizmeta berjewnediyên Tirkiyê. Sedema sereke jî bidawîkirina hebûna kurdan û pêkanîna armancên din e di serî de wêrankirina Sûriyê.

Lê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), piştre Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kontrola leşkerî ya DAIŞ`ê li ser erdê qedand û plana Tirkiyê têk bir. Di encamê de bi dehan DAIŞ`î ber bi Tirkiyê ve reviyan. Gelekan jî cilê xwe bi cilê tirkî guhert mîna li Cerablusê rûdaye beriya ku bê dagirkirin, dema DAIŞ`ê Cerablusê radestî dewleta Tirk kir.

Dema dewleta Tirk fêm kir ku DAIŞ ber bi tehlûkeyê ve diçe, siyaseta xwe guhert û bi xwe û tevî komên çeteyên Sûriyê ku piraniya wan DAIŞ bûn û bermahiyên wê bûn, derbasî Sûriyê bû û beşên fireh jê dagir kirin.

Dewleta Tirk îro li ser du xetan dimeşe. Di ya yekê de, yekser ji herêmên dagirkirî ku tijî çete û tundraw in gefê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Di ya din de, piştgiriya DAIŞ`ê didomîne ku şaneyên wê yên veşartî li Sûriyê belav in. Ew dixwaze QSD`ê lawaz bike.

Parêzer û siyasetmedar Elaedîn El-Xalid Kalo di vî  warî de got: “Hemwextî ku DAIŞ`ê Xezwet El-Sair Lîlşeyxeyn ragihand, dewleta Tirk a dagirker asta êrişên xwe zêde kirin. Ev ne tiştekî tesadûfî ye. Lê belê diyar dike ku hemahengî û koordîne di navbera dewleta Tirk û DAIŞ`ê de heye da ku hewaya vegerandina DAIŞ`ê bê avakirin û desteka manewî jê re bê dayîn heta karibe xwe komî ser hev bike.”

Kalo destnîşan kir ku DAIŞ hîna gefeke rastîn e bi taybet şaneyên wê yên veşartî li herêmên Rêveberiya Xweser, beyar û çiyayên çolistana Sûriyê heta îro hene û wiha domand: “Bi sedan çeteyên DAIŞ`ê di nav çeteyên li Idlib, Efrîn, Cerablus û Girê Spî de hene ku haya dewleta Tirk jê heye û desteka wan dike û wan diparêze.”

Li gorî Kalo tu ferq di navbera komên ku dewleta Tirk desteka wan dike û DAIŞ`ê de tune ye ji ber ku ew bi xwe van koman fînanse dike û got: "Herdu du rûyên diravekî ne."

`XETERÎ LI SER HERÊMÊ Û CÎHANÊ YE`

Ruxmî ku hebûna leşkerî ya DAIŞ'ê li Sûriyê di Adara 2019'an de hate ragihandin, lê êrişên şaneyên wê yên veşartî li Sûriyê û Iraqê ranewestiyane.

Êrişa li ser girtîgeha Sînaa ku bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê tê de hene û ragihandina operasyona dawî ya tolhildana lîderên xwe, îsbat dike ku  xeteriya DAIŞ'ê bi dawî nebûye, bi xurtî gefê li herêmê û cîhanê dixwe.

Êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê ku DAIŞ sûd jê digire, bêdengiya civata navneteweyî li hember van êrişan, dê vê xeteriyê zêdetir bike ku roj bi roj mezin dibe.

(şx)

ANHA