Îbrahîm El-Qeftan: Bêyî Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî li Sûriyê nayê peydakirin

Serokê Partiya Sûriya Pêşerojê Îbrahîm El-Qeftan anî ziman ku eger aliyên şerê Sûriyê li hev nekin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê nebe aliyekî sereke yê dosya çareseriya siyasî, peydakirina çareseriya siyasî li Sûriyê ne pêkan e.

Îbrahîm El-Qeftan: Bêyî Rêveberiya Xweser çareseriya siyasî li Sûriyê nayê peydakirin
6 gulan, 2022   11:42
REQA

Îbrahîm El-Qeftan di Kongreya Giştî ya 3`yemîn a Partiya Sûriya Pêşerojê de ku îro li dar dikeve, axivî û got: “Em hêvî dikin ku ev bûyera siyasî ya taybet bibe derfetek da ku qada siyasî ya nîştimanî li Sûriyê aktîv bibe bi rengekî ku bikeve xizmeta berjewendiyên giştî û rêgeha veguhertina demokratîk ji bo Sûriyê û gelê wê xurt bike.”

El-Qeftan îşaret bi xebatên sereke yên partiyê kir û got: “Dixwazim bi kurtasî xebatên ku partiya me di sala par de pêk anîne, bi rêya kongreyê bi bîr bixim, da ku em bi hev re vê partiyê pêş bixin. Em pêşbîn dikin ku ev partî hîna bi pêş bikeve û berfirehtir bibe da ku rêjeyeke mezintir a sûriyan bigire nava xwe, xeyalên wan ên avakirinê pêk bîne û tecrûbeya demokratîk pêş bixe û pêşerojeke baştir peyda bike.”

El-Qeftan wiha pê de çû: “Partî sala 2018`an ava bû dema hevalên me yên damezrîner, rêziknameya partiyê û bernameya wê danî û ji aliyê sûriyan ve hat pejirandin. Partiya me nirxên biratî, lihevhatin û jiyana hevbeş a di navbera gelan û olan de û nirxên modernîteya demokratîk ji xwe re kirin bingeh.”

BIRÊVEBIRINA PÊVAJOYEKE SIYASÎ YA DÎROKÎ

El-Qeftan diyar kir ku pêşkêşkirina projeya Partiya Sûriya Pêşerojê,  wek pêwîstiyeke bilez ji bo rêvebirina qonaxeke siyasî ya dîrokî, çareserkirina aloziyên heyî û pêkanîna armancan bû û wiha pê de çû: “Ev partî nasnameya Sûriyeya pirreng e ya bi ziman, çand û olên xwe dewlemend temsîl dike. Armanc jê pêkanîna azadî, wekhevî û edaletê ye. Divê em bizanibin ku her guhertina desthilatê bêyî guhertina navarok û rêgezên rejîm û dewletê, tu sûdî nade û tu guhertineke demokratîk di jiyana siyasî û aborî de çênake û edaleta civakî jî pêk nayê.”

SAZKIRINA DESTÛREKE NÛ JI BO WELÊT

Her wiha El-Qeftan destnîşan kir ku ji ber nasnameya pirrengî ya Sûriyê pêwîstî bi dewletekê heye ku hemû kêmnetewe û olan di heman rêzê de dibîne û mafên wan ên îfadekirina nasnameya xwe bi azadî misoger dike. El-Qeftan ev li axaftina xwe zêde kir: “Ji ber wê divê destûrekî nû bê sazkirin, pergala dewletê bibe pergaleke nenavendî ya demokratîk û parlamento pirreng bibe bi şêwazekê ku hemû parêzgehên li welêt xwedî erkên berfireh ên qanûnî, rêveberî û dadwerî bin.”

Der barê armancên partiyê de El-Qeftan ev tişt anîn ziman: “Partiya Sûriya Pêşerojê siyaset nekiriya armanc, lê belê siyasetê wekî amûreke aktîf bi kar tîne da ku geşkirina hevseng li Sûriyê pêk bîne. Ev vebijêrka me ya stratejîk e. Beşek ji nêrîn û nirxên partiya me ye ku em pê bawer dikin. Ji bo wê tê dikoşin ku di dema damezirandinê de  bi rêya tevlêbûna gelek kesayetên nîştimanî li Sûriyê û derveyî wê ev nirx xurttir bû. Armanc afirandina hêzên siyasî û civakî ye bû ku sîstemeke demokratîk a pirrengî mayînde bike, vebijêrkek din ji sûriyan re pêşkêş bike û taybetmendiya exlaqî li siyaetê zêde bike. Her wiha hebûna şaştiyek di hemû aliyên şerê Sûriyê de(rejîmê û opozîsyonê), îtîraf bike her wiha valahiya di navbera pêkhateyên civakê de bi dawî bike.”

El-Qeftan bal kişand ser zehmetiyên li pêşiya projeya demokratîk a li herêmê û got: “Xebatên nûjenkirin û guhertina demokratîk ku hemû li bendê ne, rastî şerekî dijwar ji aliyê hêzên hundirîn û herêmî ve tê bi taybet dewleta Tirk ku xwedî li komên terorîst derket, axa Sûriyê dagir kir, demografiya herêmên Efrîn, Serêkaniyê û herêmên din ên dagirkirî guhert û şaneyên terorîst li herêmên Rêveberiya Xweser belav kir.”

El-Qeftan wiha berdewam kir: “Me ev yek di êrişa li ser Xiwêran, kampa Holê û zêdebûna tevgera şaneyên veşartî, êrişên balafirên bêmirov, redkirina diyalogê ji aliyê rejîma Sûriyê ve dît. Ruxmî bangewaziyên domdar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî lê belê rejîma Sûriyê çareseriya leşkerî dipejirîne, herêmê dorpêç dike û nahêle madeyên xwarinê û yên bingehîn derbasî herêmê bibin.”

ALIYÊN NAVNETEWEYÎ DI DÛRXISTINA RÊVEBERIYA XWESER DE BI ISRAR IN

El-Qeftan diyar kir ku ruxmî destkefiyên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li dijî terora DAIŞ`ê yên bi hevkariya bi Koalîsyona Navneteweyî re jî, lê belê aliyên navneteweyî bi israr in ku Rêveberiya Xweser beşdarî xebatên ji bo çareseriya siyasî yên li qadên navneteweyî nebe.

El-Qeftan bi domdarî got: “Divê em zanibin ku eger aliyên şerê Sûriyê li hev nehatin û Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nebû aliyekî sereke di dosya çareseriya siyasî de, peydarkirina çareseriyeke siyasî li Sûriyê ne pêkan e.”

El-Qeftan hemû şehîdên Partiya Sûriya Pêşerojê bi bîr anîn û soza şopandina rêya wan da.

Kongre dewam dike û tê payîn ku rapora rêxistinî ya partiyê bê xwendin û nîqaşkirin. Piştre dê dest bi hilbijartinên partiyê bê kirin.

(eh)

ANHA