Rojnameyên erebî: Biryara efûyê girtiyên ji Derayê girt nav xwe

Rojnameyên erebî yên vê sibehê derketine têkildarî biryara efûyê ya Beşar Esed derxistiye, xetimandina siyasî li Iraqê û rewşa Lîbyayê nivîsîn.

Rojnameyên erebî: Biryara efûyê girtiyên ji Derayê girt nav xwe
6 gulan, 2022   07:10
NAVENDA NÛÇEYAN

'BIRYARA EFÛYÊ' GIRTIYÊN JI DERAYÊ GIRT NAV XWE, LI ŞAMÊ JÎ MALBAT LI XIZMÊN XWE DIGERIN

Rojnameya Şerq El-Ewsat di kar û barên Sûriyê de wiha nivîsî: “Li gorî biryara ku Beşar Esed derxistiye, bi dehan kesên ji parêzgeha Derayê ji girtîgehên Sûriyê derketin, piraniya wan ji girtîgeha Seyd Naya hatin berdan.

Hin aktîvîstên ji Derayê dibêjin, girtiyên ku heta niha hatine berdan hinek ji wan beriya peymanan lihevkirinê ya sala 2018`an hatibûn girtin, hinek jî piştî peymanê û pêkanîna qanûna terorê hatin girtin. Hinek girtî 7 an 5 an jî 4 sal di girtîgehê de derbas kirin, hinek jî bi tenduristiyeke xirab derketin.

Girtiyekî ku vê dawiyê li gorî biryara efûyê ji girtîgeha Seyd Naya derketiye yê bi navê (M.M) ji bajarê Derayê ye. M.M (32) çîroka girtina xwe û derbaskirina zêdetirî 3 salan di girtîgehên rejîma Sûriyê û şaxên ewlehiyê yên li Şamê de vedibêje. Ew dibêje ku ew û girtiyên din ên pê re rastî heqaret û êşkenceyê hatine.

Akîtvîst Muhened El-Abadullah ji Şerq El-Ewsat re wiha dibêje: “Piştî derketina biryara efûyê, bi sedan malbatên ji Derayê li benda berdana zarokên xwe ne, hinekan ji wan berê xwe da Şamê da ku li girtiyên xwe bigere. Gelek girtiyên ku hatine berdan, bîra xwe wenda kiribûn, hin malbat jî ev zêdetirî 10 sal in li benda berdana zarokên xwe ne. Xelk berê xwe dide cem parêzeran û li çarenûsa zarokên xwe dipirse.

Li aliyê din, Amir ku bavê wî 10 salan girtibû û vê dawiyê hat berdan dibêje: “Hêvî ji nû ve vegeriya mala me. Bîra xwe wenda kiribe jî, ya girîng sax e.”

Aktîvîstên ji Sûriyê bi rêya platformên medya civakî hin wêne parve kirin, tê de azarên sûriyan û hejmara mezin a girtiyan li Sûriyê diyar dibe. Di wêneyan de xuya dibe ku hejmareke mezin ji şêniyan li herêma Cisir Reîs ya Şamê û li hin deverên Hums û Hemayê kom bûne û li benda berdana zarokên xwe yên girtî ne.”

PARLAMANTERÊN SERBIXWE LI IRAQÊ LI BERAMBER KÊLIYEKE ÇARENÛSÎ NE

Rojnameya El-Ereb jî têkildarî rewşa Iraqê wiha nivîsî: “Li gel pêşbirka di navbera hevbendiya Înqaz Watan a bi serkêşiya Şepêla Sadir û Çarçoveya Koordînekirî de ku hêzên alîgirên Îranê din av de ne, parlamanterên serbixwe li parlamantoya Iraqê li beramberî kêliyeke çarenûsî ne.

Aliyên siyasî yên Iraqê dibêjin ku hevbendiya Înqaz Watan û Çarçoveya Koordînekirî car din hewl didin kaxiza parlamanterên serbixwe bi kar bînin.

Heman alî dibînin ku parlamanterên serbixwe li pêş derfeteke giranbiha ne da ku lîstoka di navbera her du aliyan de vala derxin û xwe bi hêz ferz bikin. Lê belê dê rastî gelek astengiyan werin, ya sereke parçebûna di nava wan de, girêdanbûna bi du aliyên hevrik re û nebûna têgihîştina siyasî ya gelek parlamanteran.”

LI BAJARÊ ZAWIYÊ DI NAVBERA MILÎSAN DE ŞERÊN DIJWAR RÛ DAN

Têkildarî rojeva Lîbyayê, rojnameya El-Itîhad wiha nivisî: “Li bajarê Zawiyê yê rojavayê Terablusê di navbera mîlîsan de şerên dijwar rû dan.

Li gorî çavkaniyên xwecih, şer ji ber êrişa koma Mîlîsên Bozrîbe li ser Mîlîsên El-Far qewimî. Her wiha diyar kirin ku du erebeyên tîma Isnad a bi serokatiya El-Far li çerxerêya Omer El-Muxtar hatin şewitandin.

Çavkaniyên leşkerî îşaret pê kirin ku ji ber ku hinek mîlîs girêdayî hikumeta nû ya Lîbyayê ne û hinek din jî girêdayî hikumeta Wahda Wataniyê ne, di navbera wan de şer rû dide.

Heman çavkaniyan diyar kir ku aloziyeke mezin di navbera mîlîsan de heye. Çavkaniyan daxuyand ku aqilmend û rûspiyên bajarê Zawiyê, piştî çend saetan şerê di navbera wan mîlîsan de rawestand.”

 (cx, şx)