Jinên herêma Cizîrê: Dê Kurdistan ji Erdogan re bibe goristan

Jinên beşdarî "Meşa rûmetê li dijî dagirkerî û xiyanetê" bûne, êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got, "Em ê ji bo gerîla û Kurdistanê tiştê giranbiha feda bikin."

Jinên herêma Cizîrê: Dê Kurdistan ji Erdogan re bibe goristan
6 gulan, 2022   06:37
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Duh (5`ê Gulanê) bi deh hezaran ji pêkhateyên kantonên Qamişlo û Hesekê yên herêma Cizîrê bi dirûşma "bi vîna gelan em ê dagirkerî û xiyanetê" têk bibin beşdarî "Meşa rûmetê ya li dijî dagirkerî û xiyanetê" bûn.

‛ERDOGAN HETA JI HESTIYÊN ŞEHÎDÊN ME ACIZ DIBE’

Emîne Emîn a ji Qamişlo hevkariya PDK’ê bi dijminê gelê Kurd re şermezar kir û wiha got: "Gerîla li dijî êrişan bi rihekî fedayî li ber xwe didin, ew li dijî êrişên dagirkeriyê çalakiyên bi bandor pêk tînin. Dijmin ji niha û pê ve dê nikaribe bi hêsanî xaka Kurdistanê dagir bike."

Emîne Emîn wiha domand: "Divê em di vê qonaxa çarenûsî de bi hemû hêza xwe bixebitin û destekê bidin hêzên gerîla ku li dijî rejîma faşîst a Tirk û alîgirên wê li ber xwe didin. Divê dayik ji bo bidawîkirina şer hevgirtî bin û li dijî dagirkeriyê serî hildin."

Emîne Emîn bi hêrs got bila Erdogan baş bizane gerîla ne bi tenê ye û wiha dewam kir: "Em ê zarok, herêmê, şênî û xaka xwe biparêzin. Li dijî di girtîgehan de êdî cih nemaye. Erdogan îslamê îdia dike, lê îslam jê dûr e."

Têkildarî şandina çeteyan ji Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re ji hêla Erdogan ve, Emîne Emîn ev tişt got: "Divê em xaka xwe ji qirêjiya ku Erdogan şandiye herêmên me re paqij bikin, parastina wê bikin û derkevin qadan ku parastina destkeftiyên 12 hezar şehîd bikin. Em dev ji xaka xwe berdandin û goristanên xwe ji dijmin re nahêlin. Dijmin heta ji hestiyên şehîdên me jî aciz e."

Emîne Emîn êrişa çeteyên DAIŞ’ê li dijî Şengalê di 2014’an de û reva pêşmergeyan û hiştina şêniyên wê di nav pençên çeteyan de bi bîr xist û wiha pê de çû: "HPG’ê ji bo parastina Şengalê û xaka wê bi hawara wan ve çû. Heke çi êriş li dijî çi parçeyeke Kurdistanê pêk hat, baweriya me bi gerîla mezin e, ji ber dê bi hawarê ve biçe."

Emîne Emîn wiha gotina xwe bi dawî kir: "Dê her bihostek ji xaka Kurdistanê bibe goristan ji Erdogan û neviyên wî re û em ê heta dawiyê parastina xaka Kurdistanê bikin."

‛DEWLETA TIRK A FAŞÎST JI TÊKÇÛYÎNÊN XWE ŞERM NAKE’

Gulê Mihemed jî komkujiyên li dijî xaka Kurdistan û hêzên gerîla pêk tên şermezar kirin û wiha got: "Gerîla keç û xortên me ne, em van planên li dijî wan qebûl nakin. Dewleta Tirk a faşîst ji têkçûyînên xwe yên bênavber şerm nake, dem dem êrişî hêzên gerîla dike."

Girêdayî hewldanên dewlata Tir a dagirker ên bi rêya êrişên li dijî hêzên gerîla ku têkoşîna zêdetirî 40 têk bibe Gulê Mihemed ev tişt anî ziman: "Ev dûrî xewn û xeyalên dewleta Tirk e. Hêzên gerîla fikir, têkoşîn û azadî ne, dê heta dawiyê ji bo fikra demokratîk tê bikoşin."

‛HEKE BARZANÎ XWE KURD DIBÎNE, DIVÊ DEV JI TEVKARIYA BI DIJMINÊ KURDAN RE BERDE’

Sînem Mihemed ku dayika şehîd Mezlûm, Aydil û Koçer e wiha got: "Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in û ji Erdogan û yên destekî didin wî re dibêjin "hûn terorîst in" û ji Mesûd Barzanî re jî dibêjin dev ji qetilkirina kurdan û hevkariya bi dijminê gelê Kurd re berde. Gelo tu yê çawa li rûyê neviyên kurdan binêrî û dê çawa te bînin bîra xwe, xayîn an kujerê kurdan?"

Sînem Mihemed wiha domand: "Heke tu xwe kurd dibînî, divê tu dev ji tevkariya bi dijmin re berdî û hevkariyê bi birayên xwe yên kurd re bikî."

Her wiha Sînem Mihemed bal kişand ser hemleya ji bo radestkirina cenazeyên gerîla yên ku di kemîna hêzên PDK’ê de şehîd bûne û wiha anî ziman: "Em dayikên şehîdan çûn deriyê Sêmalka û bi saetan mane û tevî temenê me yê mezin jî em paşguh kirin."

Sînem Mihemed xîtabî malbata Barzanî kir û ev tişt got: "We ji bo kurdan çi kiriye, çi pêşkêş kiriye. Ji bilî xiyanetê me tiştek ji we nedît. Êdî bes e bazirganiya bi xwîna gelê Kurd, êdî bes e xiyanet."

Sînem Mihemed di dawiyê de bang li gelê Kurd ê welatparêz kir ku di vê qonaxê bi hêzên gerîla û rêber Ocalan re bibin yek ku li hember komployên li dijî gerîla û kurdan bisekinin.

(fr)

ANHA