Plana PDK`ê bi ser neket, xelk vedigerin Şengalê

Piştî ku plana valekirina Şengalê vala derket, xelk vedigere malên xwe. Li Dugurê bi dehan malbat vegeriyan.

Plana PDK`ê bi ser neket, xelk vedigerin Şengalê
6 gulan, 2022   05:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û dewleta Tirk xwestin vê carê bi tirsandinê Şengalê vala bikin. Ji destpêka êrişên ser Şengalê ve, medya PDK’ê bi israr rastî berovajî dikir û dixwestin Şengalê vala bikin. Li gorî PDK’ê, kes li Şengalê namabû, lê rastiyê, lîstikên PDK’ê vala derxist.

Xelk pêl bi pêl vedigere mal û milkê xwe. Duh bi dehan malbatên xelkê Dugur a Şengalê carek din vegeriyan malên xwe.

Malbatên xelkê Dugurê ku kel û pelên xwe li wesayîtan barkiribûn, piştî dîtin plan a PDK’ê ye û dixwazin Şengalê vala bikin, carek din kel û pelên xwe ji wesayîtan daxistin û li malên xwe bi cih bûn.

Dayîkekê ji Dugurê diyar kir ku ew ti carî naxwazin li kampên Başûrê Kurdistanê bi cih bibin, ji ber wê jî ew ê dev ji malên xwe bernedin.

Çavkanî: Rojnews