Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir

Yekitiya Kedkar û Karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê got, ew ê bi rihê 1'ê Gulanê têkoşînê geş bikin heta ku azadiyê misoger bikin, her wiha bexwedana gerîlayan a li hemberî faşîzm û xiyanetê silav kir.

Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
Yekitiya Kedkaran 1'ê Gulanê pîroz kir û berxwedana gerîla silav kir
30 nîsan, 2022   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Kedkar û Karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê daxuyaniyek hevbeş da.

Daxuyanî li qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê ji aliyê hevseroka Yekitiya Kedkaran a Herêma Firatê Sîham Osman ve, li bajarê Qamişlo ji aliyê hevserokê yekitiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêro Mihemed Şero ve, li Reqayê ji aliyê hevserokê Yekitiya Karkeran a Reqayê Zahir Ebdullah ve hate xwendin. Di dayîna daxuyaniyê de endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, ciwan û jin û endamên Yekitiya Karkeran amade bûn.

Di daxuyaniyê de bang li karkerên cîhanê hate kirin ku ji bo mafên xwe têkoşînê bikin û wiha hate gotin: "Cejna Karkeran cewherê piştgiriya têkoşîna karkeran a li hemberî kapîtalîzmê ye. Têkoşîna wan ji bo jiyaneke bi rumet û başkirina rewşa jiyanî û mercên xebatên karkeran, her wiha ji bo parastina destkeftiyên civakê, xilasbûna ji serdestiya kapîtalîzmê, ji bo avakirina civakeke demokratîk, ewle û aştiyane ye."

Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê û hevkariya PDK'ê di van sûcan de û ev tişt hate gotin: "Em pêşwaziya 1'ê Gulanê Cejna Karkeran a Cîhanê dikin û li hemberî dijminekî ku tevahî çekên pêşketî û yên di qada navneteweyî de qedexekirî bi kar tîne, şer dikin. Sûcdar şer Erdogan serkêşiya vî şerî dide, hewl dide bi vê yekê dest deyne ser Rojava û Başû, da ku careke din hegemoniya osmanî vegerîne. Ev hemû bi hevkariya PDK'ê ya bi serkêşiya malbata Barzanî tê kirin ku bi hevbendiya xwe ya bi faşîzma Tirk re di xeta xiyanetê de ye û dixwazin PKK û tevgera rizgariyê li her çar parçeyên Kurdistanê têk bibin."

Di daxuyaniyê de berxwedana gerîla ya li hemberî xayîn û faşîzma dewleta Tirk hate silavkirin û hate gotin: "Bi rihê 1'ê Gulanê em ê heta serkeftinê têkoşînê bilind bikin."

Kedkaran di daxuyaniyê de 1'ê Gulanê li tevahî karker û kedkarên cîhanê pîroz kir û bang li tevgerên azadiyê û saziyên navneteweyî kirin ku Erdogan ceza bikin û dagirkeriya wî ya li xaka Sûriyê bi dawî bikin.

QAMIŞLO

Bi heman armancê şahiyek li pêşiya Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin, endamên Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nûnerên Rêveberiya Xweser, Kongra Star, partiyên siyasî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn beşdarî şahiyê bûn.

Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê endamên Hevserokê Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêro Mihemed Şero daxuyaniya yekitiyê xwendin.

Hevseroka TEV-DEM'ê Rûken Ehmed jî axivî got: "1'ê Gulanê ne tenê girêdayî kar, lê belê bi fikir û felsfeya rêbe Ocalan ve girêdayî ye ku tevahî pêkhate kir yek û maf jinê lê vegerand."

Rûken Ehmed ji bo derxistina PKK'ê ji "lîsteya terorê" banga xurtkirina têkoşînê kir.

Di şahiyê de endama Koordînasyona Kongra Star Muna Yûsif ev roj li tevahî karkeran pîroz kir û got: "Her sal em vê rojê pîroz dikin, lê îsal di merceke cuda de pêşwazî dikin, êrişên hovane yên li ser hêz û tevgerên demokratîk, bi taybet li ser PKK'ê hene. Ev partî ji bo ewlehî û aştiya tevahî beşê civakê tê dikoşe.

Em Kongra Star em ê têkoşînê xurt bikin ta ku zulm li ser tevahî jinan rabe. "

Piştî axaftinan, 6 endamên Yekitiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin xelatkirin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

ANHA