Ciwanên Qamişlo bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşekê li Qamişloyê hatin şermezarkirin.

Ciwanên Qamişlo bi meşekê piştgirî da berxwedana gerîla
29 nîsan, 2022   19:29
QAMIŞLO

Li dijî êrişên hevpar ên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê meşek li bajarê Qamişlo li dar xist.

Meşa bi diruşma "Bijî berxwedana gerîla" hatî lidarxist, bi dehan ciwan tev lê bibûn.

Meş ji destpêka taxa Hilêliyê ber bi avahiya Zanîngeha Rojava ve dest pê kir. Di meşê de alên ciwanan, PKK û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha diruşmeyên "Bijî berxwedana gerîla" û "Bimire xiyanet" hatin berzkirin.

Meş li ber avahiya zanîngehê rawestiya û ji bo şehîdên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin.

/ar/uploads/files/2022/04/29/191145_hwkr-aly.webp

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Hogir Elî êrişên dewleta Tirk û PDK'ê yên li ser Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got, xiyaneta PDK'ê dîrokî ye.

Hogir Elî anî ziman ku çiyayê Kurdistanê wê ji dagirker û xayînan re bibe goristan.

Her wiha berxwedana gerîlayan silav kir û got: "Gerîla gelên Kurdistanê ji êrişên qirkirinê diparêzin."

ANHA