Ciwanên Amûdê berxwedana gerîla silav kir

Tevgera Ciwanên şoreşger a Sûriyê li navçeya Amûdê, di çarçoveya pêngava seferberiyê ya li dijî qirkirin û xiyanetê de çalakiyek bi erebeyan li dar xist.

Ciwanên Amûdê berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Amûdê berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Amûdê berxwedana gerîla silav kir
Ciwanên Amûdê berxwedana gerîla silav kir
28 nîsan, 2022   20:02
QAMIŞLO

Meş bi tevlîbûna erebeyên welatiyan ji Qada Jina Azad a li navçeya Amûdê dest pê kir û bi bilindkirina ala PKK`ê di kolanên navçeyê de geriya.

Piştre li ber Navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger li Amûdê rawestiyan. Ciwana li pêşiya navendê ji bo silavkirina berxwedana HPG û YJA-Starê yli hember êrişên hevkar ên dewleta Tirk a dagirker û PDK li dijî Başûrê Kurdistanê siloganên “Bimir xiyanet” û dîlan gerandin.

Paşê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Cûdî Zagros axivî û diyar kir ku ew piştgiriya banga seferberiyê dikin û got: “Ger bi vî awayî şer dewam bike û ji me bê xwestin em ê berî xwe bidin çiyayên azad.”

Çalakî bi berzkirina “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.

(sb)

ANHA