Rojnameyên erebî: Piştî pêşnûmayeke parlamantoyê dibe ku şîe li Iraqê bên gel hev

Rojnameyên erebî yên vê sibê têkildarî aloziya Iraqê, têkiliyên di navbera Îran û Erebistana Siûdî de, bûyera keştiya koçberan li Lubnanê nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Piştî pêşnûmayeke parlamantoyê dibe ku şîe li Iraqê bên gel hev
Rojnameyên erebî: Piştî pêşnûmayeke parlamantoyê dibe ku şîe li Iraqê bên gel hev
Rojnameyên erebî: Piştî pêşnûmayeke parlamantoyê dibe ku şîe li Iraqê bên gel hev
26 nîsan, 2022   07:47
NAVENDA NÛÇEYAN

‘EL-SADIR PÊŞNÛMAYEKÊ PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTOYA IRAQÊ DIKE’

Têkildarî rewşa Iraqê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Serokê Bloka El-Sadir di parlamentoya Iraqê de Hesen El-Ezarî, ragihand ku hevbendiya 'Înqaz Watan' dê pêşnûmayekê pêşkêşî parlamentoyê bike ku normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê krîmînalîze dike.

El-Ezarî di civîneke çapemeniyê de ya bi tevlêbûna mezintirîn hevbendiyên parlamentoya Iraqê; Bloka El-Sadir û Hevbendiya Serdestiyê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxuyanî da û got: “Em îro normalîzekirina têkiliyan bi Îsraîlê re wek sûc dihesibînin. Bloka El-Sadir û hevalbendên wê yên 'Înqaz Watan' pêşnûmayek ji serokatiya Meclisa Parlamenteran re pêşkêş kir. Ev pêşnûma ji 10 madeyên pêk tê û her madeyek ji gelek xalan pêk tê.  

Ji pêşnûmayê diyar dibe ku parlamenterên şîe bi giştî çi yên Tevgera El-Sadir an jî Çarçoveya Koordînekirî yan jî parlamenterên serbixwe, dê vê pêşnûmayê erê bikin. Di encamê de dê nêzîkbûneke şîeyan çêbe û dibe ku erka avakirina bloka herî mezin hêsan bike. Mîna sala 2018`an, dema Muqteda El-Sadir û Hadî El-Amirî di ser hikumeta herî mezin re hikumet ava kir.”

‘ÎRAN JI BER ENCAMÊN DAN Û STANDINÊN BI RIYADÊ RE KÊFXWEŞ E’

Der barê têkiliyên di navbera Îran û Erebsitana Siûdî de, rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Rayedarên îranî, encamên gera 5`emîn a diyaloga bi Erebistana Siûdî re bi erênî û cidî nirxandin. Li beramber wê, Erebistana Siûdî bê deng ma. Ji vê yekê xuya dibe ku Riyad heta ku pabendiya Tehranê li ser erdê nebîne, naxwaze bi lez nêrîna xwe nîşan bide.

Li gorî şîrovekaran, Îran dixwaze vê kêfxweşiya xwe li ser asta siyasî bi kar bîne û propagandayê bike ku ji bo şikandina tecrîda herêmî ya li ser rejîmê ku ji beriya bi dehan salan ve hatiye ferzkirin, ew li ser rêya rast e.

Dezgehên çapemeniyê yên Îranê serkeftina gera 5`emîn a dan û standinanan, kir manşet. Rojnameya Ibtîkar raporek bi sernavê “Tehran û Riyad li ser rêya kêmkirina nakokiyê ne” weşand.

Rojnameya “Cimhurî Îslamî” jî bi vê sernavê “Pêşketina dan û standinên normalîzekirina têkiliyan di navbera Îran û Erebistana Siûdî” manşetek danî.”

‘LUBNAN BI ENCAMÊN BÛYERA TERABLUSÊ RE BI RÛ YE’

Girêdayî rewşa Lubnanê jî, rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Encamên bûyera noqbûna keştiyeke koçberan li Terablusê di warên ewlehî, civakî û siyasî de bi lez diyar bûn. Her wiha nîşan dide ku dê bandore Ii qada civakî jî bike. Ji ber wê aliyên siyasî yên muxalîf fikarên xwe nîşan dan ku hinek alî bi qestî welêt radikişînin nava çirava nakokiyan.” 

 (şx)