Artêşa Tirk gundên herêma Efrînê jî dane ber topan-HATE NÛKIRIN

Artêşa Tirk a dagirker di van kêliyan de gundên navçeya Şera ya kantona Efrînê û gundên kantona Şehbayê bi dijwarî topbaran dike.

Artêşa Tirk gundên herêma Efrînê jî dane ber topan-HATE NÛKIRIN
22 nîsan, 2022   09:43
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine wergirtin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di van kêliyan de gundên Til Ajar, Alqemiyê, Meştel û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê topbaran dike. Hate ragihandin ku heta niha 40 obîs li gundên navborî ketine.

Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker her wiha gundên Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Şêx Îsa, Semûqa, navçeya Til Rifet û Bendava Şehbayê yên kantona Şehbayê topbaran dike û heta niha 70 obîs li herêmê ketine.

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê jî topbaranê dewam dikir.

(cx)

ANHA