El-Malikî êrişa dewleta Tirk a li dijî axa Başûr şermezar kir

Ofîsa Serokê Dewleta Yasa Nûrî Malikî, têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dike daxuyaniyek nivîskî belav kir.

El-Malikî êrişa dewleta Tirk a li dijî axa Başûr şermezar kir
21 nîsan, 2022   06:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Dewleta Yasa û serokwezîrê berê yê Iraqê Nûrî El-Malikî li dijî êrişên dewleta Tirk nerazîbûn nîşanda. El-Malikî êrişa dewleta Tirk wek şermezarî bi navkir û got, “Ez piştgiriya hemû dengên azad ên Iraqê dikim ku vê êrişê red kirine.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, ji ber êrişên berdewam ên dewleta Tirk ên li ser deverên Başûrê Kurdistanê, gelek welatî sivîl ji cih û warên xwe koçber bûne.

Her wiha di daxuyaniyê de El-Malikî piştgiriya xwe ji dengên nerazî yên li dijî dagirkeriya Tirk re nîşan da û got: “Em li gel wan kesan in ku ji ber êrişa şermezarane ya dewleta Tirk niha li Dihokê li nava mal û kilîseyan de koçber bûne û aramiya wan hatiye têkdayîn.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî tê gotin, ew êrişên dewleta Tirk red dikin û li dijî avakirina baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê ne.