Li Hemayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin

Di êrişa çeteyekî dewleta Tirk a dagirker li dijî baregeheke hêzên hikumeta Şamê ya li eniya Sermaniyê ya Hemayê de leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Li Hemayê leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin
17 nîsan, 2022   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyekî  koma “Ensar El-Îslam” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker roja înê li baregeheke hêzên hikumeta şamê li eniya Sermaniyê ya Sehil El-Xab a rojavayê Hemayê êrişeke xwekuj pêk anîbû.

Wê demê agahiyên der barê windahiyan de nehatin bidestxistin, lê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) destnîşan kir ku di wê êrişê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hatiye kuştin û 4 birîndar bûne.

Piştî wê hêzên hikumeta Şamê bi çekên giran herêmên çeteyên dewleta Tirk a dagirker ên li Sehil El-Xab, eniyên Sermaniyê û Qilêdîn topbaran kirin.

Her wiha hêzên hikumeta Şamê Filêfil û Bênîn ên çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girtin.

(şx)