​​​​​​​Li Afrîkaya Başûr ji ber lehiyê400 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Afrîkaya Başûr nêzî 400 kesan ji ber leheiyê jiyana xwe ji dest dane.

​​​​​​​Li Afrîkaya Başûr ji ber lehiyê400 kesan jiyana xwe ji dest da
15 nîsan, 2022   13:52
NAVENDA NÛÇEYAN 

Rayedaran diyar kirin lehiya li Afrîkaya Başûr pêk hatiye, yek ji lehiya herî xedar e.

Lehiyê bêtir li herêma Dûrban a li peravê rojhilat da. Hate ragihandin heta niha 400 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Departmana Karên Keleporî û Hevkariyê ya Eyaleta Kwazûlû-Natalê diyar kir lehiyê bandor li 40 hezar kesan kiriye û got “Mixabin hejmara miriyan zêde dibe.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin 395 kesan jiyana xwe ji dest dane.