Ji bo şermezarkirina siyasetên PDK`ê li Hesekê çalakî hatin lidarxistin

Ji bo şermezarkirina siyasetên PDK`ê û hevkariya wê ya bi dewleta Tirk re û lêkirina dîwarê di navbera Şengal û Rojava de, şêniyên kantona Hesekê daketin qadan. Şêniyan lêkirina dîwar wek berdewamkirina lihevkirina 9`ê Cotmehê ya hikumeta Kazimî û PDK’ê bi nav kir.

12 nîsan, 2022   12:50
HESEKÊ

Li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Hesekê, îro çalakiyên cihêreng li seranserî kantonê hatin lidarxistin.

ŞEDADÊ

Li Şedadê bi sedan şêniyên bersiva bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê da û meşiyan.

Meşê ji pêşiya avahiya Meclisa Navçeya Şedadê dest pê kir û li Parka Serok Ocalan rawestî û veguherî mîtîngê.

Di mîtîngê de, bi navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Hesekê endamê Meclisa Kantonê Farûq Tozo axivî. Tozo destnîşan kir ku lêkirina dîwarê tevgereke provokatîv e û li dijî berjewendiyên Şengalê ye, armanc jî qutkirina Şengalê ji Rojava ye.

Her wiha Tozo diyar kir ku dema Şengal bi qirkirinê rû bi rû ma, şervanên YPG û YPJ`ê xwe gihandinê û wan ji çeteyan xilas kir û wiha domand: “Niha jî hikumeta Iraqê û PDK`ê dixwazin bi lêkirina dîwarê her du herêman ji hev qut bikin. Ew plan û ajandeyên dewleta Tirk pêk tînin.”

Di dawiya meşê de şêniyan berxwedana gelê êzidî û hêzên wî silav kir û lêkirina dîwar şermezar kir.

DIRBÊSIYÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan îro bi hevkariya PYD`ê civîneke girseyî ji şêniyên navçeyê re li dar xist da ku geşedanên siyasî û leşkerî yên dawîn, armancên hikumeta Kazimî û PDK`ê ji lêkirina dîwar şîrove bikin.

Civîn li stada beledî li dar ket. Tê de bi dehan şênî û endamên saziyên sivîl û civaka sivîl beşdar bûn.

Di civînê de şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona hesekê Zeyneb Murad axivî û behsa geşedanên siyasî yên dawîn ên li cîhanê û Kurdistanê, nakokiyên domdar ên di navbera dewletên hegemon de kir. Zeyneb diyar kir ku hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re xizmeta doza kurd nake û bi xiyanet bi nav kir.

Zeyneb îşaret bi rola Hêzên Parastina Gel (HPG) ji bo parastina pêşeroja gelê herêmê û berxwedana wan li Herêmên Parastinê yên Medyayê kir û got: “Gerîla zarokên gelê Kurd in û ji bo parastina doza Kurd û avakirina Kurdistaneke azad tev li berxwedanê bûn.”

Di dawiyê de Zeyneb bang li kurdistaniyan kir ku baldar bin, hevgirtî bin da ku planên dewleta Tirk a dagirker têk bibin.

(şx)