Şehîd Mihemed soza berxwedanê da û bi cih anî

"Ji bo parastina xaka xwe me çek rakir. Soza me bi şehîdan re ew e ku em ê heta dilopa dawî ya  xwîna xwe şopdarên xeta wan bin." ev gotina şehîd Mihemed Xelef bû ku di her rûniştinekê de parve dikir. Şehîd Mihemed soza xwe bi cih anî û Pêngava Gurzê Gelan de gihaşt asta şehadetê.

Şehîd Mihemed soza berxwedanê da û bi cih anî
10 nîsan, 2022   05:09
QAMIŞLO – KADAR ÎBRAHÎM

Mihemed Ebdulqadir Xelef (Baz Qamişlo), sala 1993`an li gundê Sofiya yê başûrê navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo çavê xwe dine vekir . Di nava malbateke welatparêz de mezin dibe ku ji 6 birayan pêk tê. Birayê wê Hemze yê şervanê Hêzên Erka Xweparastinê sala 2019'an di bersivdayîna êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Serêkaniyê de şehîd bû.

Mihemed Abdulqadir Xelef ji zarokatiya xwe bi rihê têkoşîn û hezkirina ji welat re, her wiha nêrî û aramiya xwe dihat naskirin. Mihemed Abdulqadir ji ber rewşa madî ya giran a malbatê xwendina xwe temam nekire û di temenekî biçûk de li gel bav û birayên xwe di karê bazirganiyê de xebitî.  Têkildarî zarokatiya şehîd Mihemed birayê wî yê mezin Xalid anî ziman ku ji aliyê hemûyan ve dihat hezkirin.

QADÊN TÊKOŞÎNÊ ŞAHÎDÊN LEHENGIYA WÎ NE

Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re di 19`ê Tîrmeha 2019`an de Mihemed û 3 birayên xwe her wiha bi dehan ciwan tev li şoreşê bûn ku di nava YXG`ê de xwe birêxistin kirin ku di nîvê 2011`an de ji bo parastina herêmê hate avakirin.

Di dawiya 2011`an de pêwîstî çêbû ku ev hêz were xurtkirin. Di konferansekî de ku li bajarê Dêrikê hate lidarxistin avabûna  Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hate ragihandin. Hemû pêkhateyên Rojava, şêx û rûspiyên herêmê beşdarî konferansê bûbûn. Mihemed di nava van salan de di cihê xwe di nava xebatê leşkerî de girt. Dîrokeke tijî lehengî li pey xwe hişt. Qadên têkoşîn û berxwedanê şahidên lehengiya wî ya li hemberî êrişên çeteyên Cebhet El-Nesra û dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ne.

Xalid Xelef gotinên xwe bi birayê xwe yê şehîd Mihemed Abdulqadir re bi bîr anî dema ku di qadên berxwedanê de bû û wiha anî ziman: "Dema me pirsa rewşa wî di eniyan de dikir her tim digot ez baş im û em ê bi ser bikevin. Serkftin a me ye. Birayê min tev li şerên li Tirbespiyê, Tebqa û Baxozê bû û di bersivdayîna êrişên li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê de şehîd bû."

Şehîd Mihemed soz dabû birayê xwe yê şehîd Hemze Qamişlo ku ew ê berxwedana li hember komployên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidomîne.

Xalid wiha pêde çû: "Dema birayê me yê biçûk şehîd bû, me li pêşiya cenazeyê wî soza rakirina çekê û berdewamiya berxwedana ji bo parastina herêmên me da. Şehîd Mihemed soz da û soza xwe bi cih anî. Em dev ji xaka ku me di oxira wê de şehîd dane, bernadin. 2 birayên min şehîd bûn lê hemû şehîd xuşk û birayên me ne. Heta serkeftinê em dev ji xeta wan bernadin."

Herî dawî Mihemed Xelef  27'ê Çileya 2022'an di Pêngava Gurzê Gelan a bersivdayîna êrişên şaneyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya Hesekê de şehîd bû.

Birayê şehîd Mihemed ev tişt got: "Hevalekî wî ji me re got ku şehîd Mihemed heta dilopa xwîna xwe ya dawî dev ji çeka xwe berneda."

Malbata şehîd Mihemed agahiya şehadeta wî bi serfirazî pêşwazî kir. Têkildarî şehadeta wî birayê wî Xalid wiha axivî: "Mihemed ji bo gel û welatê xwe canê xwe feda kir. Em soza xwe ji wî û birayê xwe Hemze re nû dikin ku em ê li ser vê xakê bin û parastina wê bikin."

Xalid bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ne ji wî û hevalên wî yên şehîd bana wê xeteriya çeteyên DAIŞ`ê li ser tevahî herêmê û cîhanê zêde bûya."

(bx)

ANHA