Li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li rojhilatê Derayê li ser rêya Cîze-Kihêl leşkerekî hêzên hikumta Şamê ji aliyê çekdarên nenas ve hate kuştin.

Li Derayê leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin
7 nîsan, 2022   13:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên a Sûriyê (SOHR) li rojhilatê Derayê li ser rêya Cîze-Kihêl çekdarên nenas gule li leşkerekî hêzên hikumeta Şamê reşandin, di encamê de bi giranî birîndar bû û li nenxweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî SOHR’ê ji destpêka Çileya îsal ve 102 kes hatine kuştin. Di nav de 53 sivîl in ku jinek û du zarok di nav wan de hene, 35 leşkerên hikumeta Şamê  û kesên ku "Lihevkirin" pêk anîne, 6 jî çekdarên xwecehî ne ku berê "lihevkirin" pêk hatine û tev li aliyekî leşkerî nebûne. Her wiha çeteyekî DAIŞ’î, 5 kesên nasnameyên wan nediyar û endamekî komên alîgira Rûsya.

(fr)