​​​​​​​Artêşa Tirk careke din êrişî Zirganê dike

Navenda navçeya Zirganê û gundê Esediyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin.

​​​​​​​Artêşa Tirk careke din êrişî Zirganê dike
4 nîsan, 2022   18:08
HESEKÊ

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku arêtêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê navenda navçeya Ziragnê û gundê Esediyê yê dikeve bakurê navçeyê bi moşek û obusan topbaran dikin. Têkildarî ziyanan heta niha agahî nehatin zanîn.

Di saetên derdora 19:00'an de jî balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker Zirgan bomebebaran kir. Li gorî agahiyan birîndar hene.

ANHA