Welatparêz: Berxwedana şehîd Egîd hebûna Kurdan vejand

Kesayetê welatparêz Elî Omer girêdana xwe ya bi têkoşîna PKK'ê re anî ziman û li ser fermandar Egîd got: "Dengê berxwedana şehîd Egîd vîn û israreke xurt da gelê Kurd û wê li hemberî koletî û xiyanetê bi serkeve."

Welatparêz: Berxwedana şehîd Egîd hebûna Kurdan vejand
30 adar, 2022   07:02
QAMIŞLO – SOLÎN EHMÊ

Mahsum Korkmaz (Egîd) fermandarê yekemîn ê Hêzên Rizgariya Kurdistanê (HRK) ya girêdayî PKK`ê bû. Di kongreya duyemîn a PKK`ê de ku di sala 1982`an de hate lidarxistin biryara vegera li Bakur Kurdistanê û ragihandina têkoşîna çekdarî li hemberî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan  hate girtin.

Piştî derbasrbûna 6 salan di ser damezirana PKK'ê, di 15`ê Tebaxa 1984`an de PKK`ê bi pêşengtiya fermandar Egîd têkoşîna çekdarî ragihand. Ew pêngav mîna roja vejînê ji bo gelê Kurd e ku bi salan li hemberî wê siyasetên qirkirin û pişaftinê hatin meşandin.

 ‘RIHÊ TÊKOŞÎN Û ÎRADEYÊ LI KURDAN VEGERAND‘

Di vê derbarê de welatparêzê Kurd Elî Omer ê ji bajarê Qamişlo, bavê gerîlayê HPG`ê Diyar Qamişlo (Ehmer Omer) e yê di sala 2000`an de li herêma Kanî Cinkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû, behsa destpêka belavbûna agahiya ragihandina têkoşîna çekdarî kir û got: "Ew pêngav bi pêngava têkoşîna Kurdan li dijî dewleta Tirk a faşîst a li çiyayên Kurdistanê hate naskirin."

/ar/uploads/files/2022/03/30/063016_aly-amr.webp

Elî Omer diyar kir ku berxwedana di wê pêngavê de jinûve rihê têkoşîn û îradeyê li Kurdên li Kurdistanê vegerand û mîna pêngaveke nû di berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê ya ji bo parastina azadî, hebûn û dîroka kurdayetî bû û wiha domand: "Dema me bi berxwedana şehîd Egîd bihîst, me bi rêya dengên qeydkirî û belavokan dest bi belavkirina agahî û detayên wê berxwedanê di nava gelên herêmê de kir. "

Omer wiha pêde çû: "Dema em ji bo belavbûna fikirê berxwedana Tevgera Rizgariya Kurdistanê naxebitin, em hîs dikin em xiyanetê li xaka Kurdistanê dikin. Ji ber ku berxwedana şehîd Egîd û rêhevalên wî jinûve rehjena hebûn û dîroka kurdî vejand."

 ‘SERHILDANA LI DIJÎ SIYASETÊN PIŞAFTINÊ BÛ‘

Omer behsa detayên ku di pêngava berxwedana şehîd Egîd de çêbûn kir û ev tişt anî ziman: "Beriya ku pêngavê dest pê bike me serdana gelek gerîlayên Tevgera Rizgariya Kurdistanê kirin. Lê piştî demeke kurt ji berxwedana 15`ê Tebaxê, me bihîst ku ew gerîla şehîd bûn. Vê yekê bandoreke mezin li şêniyên Rojava kir. Rihê tolhildana ji xwîna şehîdan di her Kurdekî de çand û rihê welatparêziyê li gel me xurtir kir."

Derbarê bandora têkoşîna PKK`ê  li hebûna Kurdan de Omer wiha axivî: "Di dîrokê de li hemberî Kurdan komkujî hatin kirin. Armanc ji van komkujiyan tunekirina Kurdan û bidawîkirina rihê berxwedanê bû. Lê gerîlayan di serhildana li dijî siyaset û binpêkirinên li dijî wan de coşeke mezin di nav gelê Kurd de ava kir."

Omer anî ziman ku dengê berxwedana şehîd Egîd îradeyeke xurt di nava Kurdan de ava kir û hemû planên dijmin ku dixwestin hebûna Kurdan tune bikin, têk bir. Her wiha diyar kir ku di wê pêvajoyê de bi sedan keç û xortên Kurd tev li refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûn û têkoşîn bi awayekî mezintir berfireh bû ku heta roja îro dewam bike.

JI MEZLÛM DOGAN HETA PÊNGAVA BAZÊN ZAGROSÊ

Omer got, fikirê berxwedan û têkoşînê di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê  de bi dirûşmeya şehîd Mezlûm Dogan a "Berxwedan jiyane" dest pê kir û heta pêngava berxwedana şehîd Egîd û pêngava Bazên Zagrosê li dijî êrişên dewleta Tirk dewam kir.

Omer Elî bal kişand ser êrişên artêşa Tirk  a dagirker  ên li ser Başûrê Kurdistanê û ev tişt got: "Ji beriya salekê ve dewleta Tirk a dagirker bi dijwarî êrişî gerîlayan dike. Armanca wê ji vê yekê ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê têk bibe û şoreşa Kurdan tune bike. Her wiha bi rêya hin partî û hêzên kurdî ku hevkariya êrişên dijmin ên li dijî gerîla dike şerê taybet dimeşînin."

KCK`ê di 26`ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihand ku dewleta Tirk amadekariyên êrişekê li dijî HPG`ê dike û PDK`ê bi awayekî rasterast tev li vê êrişê bûye.

Elî Omer da zanîn ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê bi têkoşîna xwe ya azad hemû planên dewleta Tirk ên bi armanca qirkirina kurdan têk bir û got: " Xeta berxwedanê ya şehîd Mezlûm Dogan û Egîd dê li hember xeta koletî û xiyanetê bi ser bikeve. Di asta yekemîn de parastina destkeftiyên ku bi saya berxwedana şehîd Egîd dikeve ser milê malbatên şehîdan. Bi vê yekê divê xeta şehîdan ji bo azadiya Kurdistanê û serxistina şoreşa me  dewam bike."

(bx)

ANHA