Li Qamişloyê hemleya paqijkirinê dest pê kir

TEV-DEM îro dest bi hemleya paqijkirina bajarê Qamişlo kir, da ku çanda paqijkirinê di nav civakê de xurttir bibe.

Li Qamişloyê hemleya paqijkirinê dest pê kir
28 adar, 2022   13:20
QAMIŞLO

Tevgera Civaka Demokratîk "TEV-DEM" û Yekitiyên wê bi dirûşma "Paqijkirina bajêr paqijkirina civakê ye", dest bi hemleyên paqijkirina kolanên bajêrê Qamişlo kir. Bi dehan şêniyên bajêr, endamên Şaredariya Gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî tev li hemleyê bûn.

Hemle ji Çerxerêya Sewamê ya li rojhilatê bajarê Qamişlo dest pê kir û rê, kolan û qadên sereke paqij kirin.

Têkildarî hemleyê endamê TEV-DEM Ayid Îbrahîm anî ziman ku hemle dê mehekê dewam bike, da ku bala her kesî biçe ser girîngiya paqijkirinê û di nav civakê de bibe çandeke xurt.

Ayid Îbrahîm da zanîn ku divê gelê herêmê tev li hemleya paqijkirina bajarên xwe bibin û bi erka ku dikeve ser milên wan de rabin.

(eh)

ANHA