Rojnameyên erebî: xitimandina siyasî ya şîî pirsgirêka herî mezin li Iraqê ye

Rojnameyên erebî vê sibê der barê hilbijartinên Iraq, nakokiya di navbera El-Debîbe û Başaxa de û kar û barên Yemenê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: xitimandina siyasî ya şîî pirsgirêka herî mezin li Iraqê ye
21 adar, 2022   08:26
NAVENDA NÛÇEYAN

`CIVÎNA HILBIJARTINA SEROKKOMARIYÊ YA IRAQÊ BI NAKOKIYAN RE RÛ BI RÛ YE`

Têkildar hilbijartinên li Iraqê rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Gelek aliyên siyasî bedbînin ku aliyên siyasî yên Iraqê beriya civîna hilbijartina serokkomariyê li hev bikin ku tê payîn di 26`ê Adarê li dark eve.

Çarçoveya Koordînasyonê got dê civînê boykot bike, heke bi şepêla El-Sadrî li ser avakirina hikumetê li hev neke. Her wiha çarçoveyê şertek din danî ku şepêla El-Sadir piştgiriyê bide balyozê Iraqê yê berê yê Brîtanyayê Cafer El-Sadir ku bibe serokwezîr.

Lê aliyên siyasî gotin, şepêla El-Sadir vê şantajê qebûl nake û dê tevî hevbendên xwe hewl bide hejmara herî zêde ya parlamenteran di civînê de hazir bibin, da ku civîn qanûnî be û serokkomarê were hilbijartin.”

`HIKUMETA BAŞAXA EL-DEBÎBE BI AFIRANDINA ŞEREKÎ NÛ TAWANBAR KIR`

Rojnameya Şerq El-Ewsat girêdayî rojeva Lîbyayê wiha nivisî: “Hikumeta El-Istiqrar a Nû ya Lîbyayê ya bi serokatiya Fethî Başaxa serokê hikumeta demkî ya Wehda bi radestnekirina desthilatê û derxistina şerekî din li welêt bi rêya fînansekirina milîsên çedkdar, tawanbar kir.

Gelek dezgehên çapemeniyê yên xwecih diyar kirin ku lîwaya 444 a girêdayî hikumeta Wehda nehişt karwanekî hêzên girêdayî Fethî Başaxa ji Terhûnê derkeve.”

NY PÊKANÎNA AGIRBESTÊ DI REMEZANÊ DE PÊŞNIYAR KIR

Di kar û barên Yemenê de rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Di daxuyaniya Nivîsgeha Nûnerê NY`yê yê ji bo Yemenê Hans Grundberg de hat diyarkirin ku ew bi nûnerê dan û standinan ê milsîên hûsî Mihemed Ebdulselam re civiyaye da ku şêwirên NY û hewldanên çareserkirina aloziya mirovahiyê li Yemenê nîqaş bikin. Di nav de derfeta pêkanîna agirbestê di Remezanê de bi şerta ku Grundberg nîqaşên xwe bi aliyên din ên nakokiyê re berdewam bike.

Çavkaniyekî ji hikumetê got: “Hikumeta Yemenê û Koalîsyona Piştgiriya Rewabûnê li Yemenê, destekê didin pêkanîna agirbestê di Remezanê de, lê serkeftina wê bi helwesta milîsên hûsî ve girêdayî ye.”

(şx)