Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê  serldan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re serlêdana Dozgeriyê kir.

Parêzerên rêber Ocalan ji bo hevdîtinê  serldan kir
17 adar, 2022   11:57
NAVENDA NÛÇEYAN 

Serlêdan li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûrtiya Girtîgeha Imraliyê hate kirin.

Parêzerên rêber Ocalan Raziya Ozturk, Ibrahîm Bilmez, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç serlêdan kirin.

Ji sala 1999'an, Komploya Navnetewî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F'yê ya Ewlehiya Jidiyayî ya Imraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê danîn.

Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd nayê standin.