Biden Pûtin bi "sûcdarê şer" wesif kir

Serokê Amerîka Jeo Biden li ser liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê, hempîşeyê xwe yê rûsî bi "Sûcdarê şer" wesif kir.

Biden Pûtin bi "sûcdarê şer" wesif kir
17 adar, 2022   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Reuters diyar kir ku civata navneteweyî têkildarî liv û tevgerên leşkerî yên Rûsyayê li Ukraynayê nerazîbûnên xwe nîşan da. Li ser vê yekê rayedarên amerîkî û ukraynayî got: "Sivîlên li benda bidestxistina nan bûn, li ser destên hêzên rûsî hatin kuştin."

Serokê Amerîka Jeo hempîşeyê xwe yê rûsî li ser liv û tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê bi "sûcdarê şer" wesif kir.

Moskov bajarên mezin ên Ukraynayê kontrol nekirine û di hefteya çaran a tevgerên leşkerî li Ukraynayê, zêdetirî 3 milyon ukraynayî reviyane û bi hezaran hatin kuştin.

Wezareta Karên Derve ya Ukraynayê duh ragihandibû ku hêzên rûsî bombeyek xurt avêtine bajarê Mariupol, di encamê de gelek sivîl bûn qurban.

Li ser vê yekê ragihandina Rûsyayê daxuyand ku Moskova hedefgirtina sivîlan înkar kir û wezareta parastinê ya Rûsyayê diyar kir ku hêzên wan avahî bombebaran nekirine.

Ajansa Nûçeyan a Interfax a Rûsyayê ku agahiyên xwe dispêre wezarata Parastinê ya Rûsyayê wiha got:" 13 otobusên ku nêzîkî 300 penaberên ji Mariupolê tê de bûn, gihîştin herêma Rostovê ya Rûsyayê."

REWŞA BÊALÎ

Rapoeke istîxbarata leşkerî ya Brîtanyayê îro diyar kir ku tevgerên leşkerî yên rûsî di rojên dawî de heta asteke mezin li ser hemû eniyan hatine rawestandin û hêzên wan gelek zirar dîtine.

Wezareta parastinê jî eşkere kir ku piranî xaka Ukraynayê di nav de bajarên sereke hîn di destên Ukraynayê de ne.

Dadgeha NY`yê ya Bilind duh dabû xuyakirin ku divê yekser tevgerên leşkerî yên li Ukraynayê werin rawestandin û wiha dewam kir: "Em ji bikaranîna Moskovê ji hêzê re bi fikar in."

Wezîrê karê derve yê rûsî Sergey Lavrov got, rewşa bêalîbûnê niha tê nîqaşkirin û garantiyên ewlehiyê hene.

(eh)