Di ser komkujiya Şaredariya Qamişloyê re 8 sal derbas bûn

Di êrişa çeteyên DAIŞ û El-Nusrayê ya 11'ê Adarê ya li ser Şaredariya Gel a Qamişloyê de 11 xebatkarên şaredariyê şehîd bûbûn. Hevşaredarên wê demê Sema Begdaş û Mûaz Abdulkerîm qala bûyerê kir.

Di ser komkujiya Şaredariya Qamişloyê re 8 sal derbas bûn
11 adar, 2022   06:27
QAMIŞLO – HEVAL TAYLAN

Destkeftiyeke herî mezin a Şoreşa 19'ê Tîrmehê ya 2012'an rêveberiya xweser e. Vê şoreşê bi pêşengiya gelê Kurd dest pê kir û gelên Rojava piştî ku rêveberiya dewletê ji herêmê hate derxistin, saziyên xwe yên rêveberiyê ava kirin. Di vê çarçoveyê de şaredarî saziyên sereke bûn ku gel bi rêxistin kir û ji pirsgirêkan re çareserî peyda kirin.

Yek ji wan saziyan Şaredariya Gel a Qamişloyê ye ku bi kedeke mezin hate avakirin û bi modela xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê bû mînak.

Roja êrişê, çeteyan ji rêbazên berê cudatir komkujî pêk anîn, ketin avahiyê û destpêkê bi çekan karmend kirin hedef, bombe avêtin odeyan û teqemeniyên li ser xwe teqandin. Di vê êrişa hovane de, Îbrehîm Ezîz ku di avakirina Şaredariya Qamişloyê de xwedî kedeke mezin bû, Rewşen Mihemed Zekî, Fehed Ebdulezîz, Mûsa Azad Mûsa, Elî Bora, Cîhan Mûrad, Emîna Bîlal, Ferhad Ebdulezîz Osman, Elaedîn Ebdulîllah, Awaz Mehmûd Mihemed û Helebçe Xelîl ku ducanî bû, şehîd bûn.

BERIYA ÊRIŞÊ

Hevşaredarê wê demê endamê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Mûaz Ebdulkerîm yek ji wan kesan e ku di komkujiya Şaredariya Qamişloyê de birîndar bûbû.

Mûaz Abdulkerîm rewşa beriya êrişê wiha bi bîr xist: "Bi destpêkirina Şoreşa Rojava re saziyên Rêveberiya Xweser nû hatin avakirin û li dijî wan gelek êriş pêk hatin. Di wê demê de 2 sal derbas bûn ku şaredarî hatibû avakirin û me hê nû dest bi pêşxistina xebatên xwe kiribû. Di vê serdemê de Rêveberiya Xweser nû hatibû îlankirin û pêşxistina saziyan dihat wateya pêşxistina Rêveberiya Xweser. Yek ji sedemên hedefkirina bajêr jî ev bû. Şaredariya Gel a Qamişloyê di wê pêvajoya avakirinê de bi xebatên xwe dihat zanîn. Ev xebat ji aliyê saziyên îstîxbaratê û çeteyên hikumeta Şamê ve dihatin şopandin û ji ber vê yekê êrişeke plankirî pêk hat."

'ÊRIŞEKE PLANKIRÎ BÛ'

Mûaz Ebdulkerîm kêliyên hovîtiyê wiha vegotin: "Di wê demê de avahiya şaredariyê li navenda Qamişloyê bû. Hêzên me yên ewlekariyê ji bo operasyoneke cuda li cihekî din bûn û çeteyan jê sûd wergirt. 2 çeteyan di dema êrişê de li têketinê nobedar kirin hedef. Piştre çete hem bi çek û hem jî êlekên teqemeniyê ketin hundirê avahiyê û dest bi gulereşandinê kirin. Wê demê ez li ofîsa xwe dixebitîm. Hemû xebatkarên me sivîl bûn û tenê di destê ewlekaran de çek hebûn. Mîna êrişeke plankirî bû û amadekariya hatibû kirin."

Ebdulkerîm têkildarî hûrgiliyên êrişê wiha axivî: "Wan derdor bi kalaşnîkovan gulebaran kir û ji odeyê derbasî odeyeke din bûn û bombe avêtinê. 2 bombe avêtin ofîsa min û ez ji lingê xwe birîndar bûm. Ez derketim şanaşînê û min xwe rizgar kir. Di dawiyê de jî li du cihên qelebalix bombeyên li ser xwe teqandin. Çeteyekî xwe li odeya civînan teqand û yê din jî xwe li ofîsa maliyeyê teqand. Piştre derket holê ku şehîd Fehed hay ji çeteyê êrişkar dibe û xwe diavêje ser çete da ku tiştek bi hevalên wî neyê. Fehed û Elî di odeya civînê de şehîd bûn û Emîne, Helebçe, Cîhan û Îbrahîm di ofîsa maliyê de şehîd bûn. Hevalê Awaz li ser pêlikan şehîd bû û hevala Ala jî bi guleyan hat şehîdkirin."

SAZÎ ÊDÎ BI TEVDÎR IN

Mûaz Ebdulkerîm diyar kir ku komên çete di wê demê de bi erebeyên bombebarkirî deverên qelebalix û avahî dikirin hedef û êrişa li ser şaredariyê şêwazeke nû ya êrişê bû û diyar kir ku ji vê êrişê ders hatine girtin û xebatkar ji bo parastina li hemberî êrişên muhtemel di saziyên Rêveberiya Xweser de hatin perwerdekirin.

Hevşaredara wê demê ya û berdevka PYD'ê Sema Begdaş jî wê rojê li şaredariyê bû. Sema Begdaş sedema vê bûyera trajîk û pêvajoya ku ew tê re derbas bûne vegot.

Sema Begdaş bi bîr xist ku meha Adarê di nava gelê Kurd de hem meha xemgînî û hem jî ya kêfxweşiyê ye û got: "Wekî ku her kes dizane, meha Adarê ji bo Kurdan hem meha êşê, hem jî ya kêfxweşiyê ye. Komkujiya Şaredariya Qamişloyê ya 11'ê Adara 2014'an jî ji bo me bûyereke xemgîn e. Wekî ku em hemû dizanin, bi destpêkirina şoreşa Rojava re gelê me li ser bingeha xeta sêyemîn xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe ava kir. Yekemîn saziyên gel di sala 2012'an de hatin avakirin û şaredarî bûn. Li ser bingeha pêwîstiyên gel ev sazî hatin avakirin û xizmet ji gel re kirin. Heta sala 2014'an dema ku rêveberiyên xweser hatin ragihandin, şaredarî saziyên sereke bûn û gel ji bo bicihanîna pêdiviyên xwe serî lê dida. Wê demê em bi şaredariyên li Bakurê Kurdistanê re di nava diyalogê de bûn. Şandeyên Şaredariya Qamişloyê ji bo ku modela xwe ya şaredariyê, sîstema hevserokatiyê û xebatên wan ên di şoreşa Rojava de vebêjin, tev li konferansên li Amed û Enqereyê bûn."

ÎLANKIRINA RÊVEBERIYA XWESER Û ARMANCA ÊRIŞÊ

Di vê demê de gel di saziyan de destkeftiyên xwe xurttir dikirin. Sema Begdaş têkildarî armanca êrişê got: "Îlankirina rêveberiyên xweser li kantonên Efrîn, Kobanê û Cizîrê di sala 2014'an de ji bo gelê Kurd û gelên herêmê gaveke dîrokî bû. Her ku şer li tevahiya Sûriyê dewam dikir,  gelên Rojava xwe bi rêxistin kir û rêveberiya xwe îlan kir. Êrişa li ser Şaredariya Qamişloyê piştî wan geşedanan bû. Armanca komkujiyê jî zelal bû; ji bo ku baweriyê li herêmê xera bike, tirsê li nava gel belav bike û destketiyên gel têk bibe."

'ME AMADEKARIYA BÎRANÎNA ŞEHÎDÊN 12'Ê ADARÊ DIKIR'

Sema Begdaş got wan xwe amade dikir ku şehîdên Komkujiya 12'ê Adara 2004'an bi bîr bînin û wiha pê de çû: "Di roja êrişê de me xwe amade dikir ku ji bo bîranîna qurbaniyên Komkujiya 12'ê Adarê şitilan daynin. Wek şaredarî me amadekariyên xwe nîqaş dikirin û divê mesaja me ji dijmin re çi be. Lê belê di 11'ê Adara 2014'an de êrişên hovane anîn ser şaredariya me. Şaredarî ne li qada leşkerî bû, saziyeke sivîl bû ku Kurd, Ereb û Suryan lê dixebitîn. Ev cara yekem bû ku çeteyên DAIŞ'ê saziyekê bi vî rengî dikir hedef. Heta wê demê çeteyên DAIŞ'ê bi wesayîtên bombebarkirî avahiyên saziyan dikirin hedef.”

Sema Begdaş bi bîr xist ku di dema komkujiyê de li gelek bajaran şaredariyên gel hebûn û hevalên wan ên di vê êrişê de şehîd bûne, ji bo avakirina Şaredariya Qamişloyê kedeke mezin dabû û şaredariyên gel îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xizmetê dikin, ev yek jî nîşan dide ku bi xwedîderketina li xebatan, armancên komkujiyê têk birine.

Sema Begdaş wiha axivî: "Hevalên me yên di êrişê de şehîd bûn, di avakirina Şaredariya Qamişloyê û komîteyên wê de gelekî xebitîn. Şehadeta hevalên me ji bo me xemgîniyeke mezin bû, lê me bi hevalên xwe re xebatên şaredariyê dewam kirin û li dijî êrişê peyama xwe da. Di wê demê de şaredariyên gel li çend bajaran hebûn. Îro li hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyê şaredariyên gel hene, komîteyeke şaredariyan hate avakirin û şaredariyên me têkiliyên xwe bi şaredariyên cîhanê re hene. Lewma vê êrişê armanc û îradeya gelê me neşikand. Her gava ku em gaveke ber bi azadiyê ve diavêjin, dijmin êriş dike. Lê belê êrişên bi vî rengî û êrişên din, tu carî mirovên ku bi prensîbên xwe ve girêdayî ne, bê hêvî nakin. Berevajî, helwesta me xurttir dike ku em li ser şopa şehîdên xwe bin."

Hevşaredara wê demê Sema Begdaş axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di dawiyê de ji bo malbatên kesên di êrişê de şehîd bûne, sersaxiyê dixwazim. Şaredariya gel a demokratîk, ekolojîk tevî hemû zor û zehmetiyan jî dê bigihêje armancên xwe û bersivê bide daxwazên gel."

GEL ŞEHÎDÊN XWE JI BÎR NAKE

11 kedkarên di komkujiya Şaredariya Qamişloyê de hatin şehîdkirin, her sal di 11'ê Adarê de bi pêxistina mûman û ziyaretkirina gorên wan ên li ber avahiya bere ya şaredariyê, tên bibîranîn.

ANHA