Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê cenazeyê şehîd Salih Oso li Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê bi merasîmekê oxir kir, her wiha nasnameya şehîd Lewend Salokî hate ragihandin.

Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
Li Kobanê şehîdek hate oxirkirin û nasnameya şehîdekî hate ragihandin
9 adar, 2022   16:22
KOBANÊ

Bi sedan şêniyên kantona Kobanê, nûnerên Rêveberiya Xweser, partiyên siyasî tev li merasîma oxirkirina şervanê YPG`ê Salih Oso bûn. Salih Oso di 7`ê Adarê de li navçeya Sirînê dema erka xwe ya leşkerî pêk dianî, şehîd bû.

Her wiha di merasîmê de nasnemaya şehîd Seyid Îbrahîm (Lewend Salokî) ku di 20`ê Adara 2014`an de di êrişa çeteyên DAIŞ`ê li ser bajarê Kobanê şehîd bûbû de, ji aliyê meclisa malbatên şehîdan ve hate ragihandin.

Merasîma oxirkirinê bi rêzgirtinê dest pê kir. Di merasîmê de Hevserokê Nivîsgeha Erka Xweparastinê ya herêma Firatê Nebo Temê axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û wiha got: "Cara yekemîn di dîrokê de Kurdan li cîhanê bi têkoşîn û berxwedana şehîdan deng vedaye."

Nebo Temê diyar kir ku divê asta têkoşîn were bilindkirin, zêdetir pêşketin di hemû aliyan de çi leşkerî û siyasî be were bidestxistin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em derfetê nedin dijminan ku bi rêya şerê taybet gelê me têk bibin. Divê civak li hember planên dijminê ku dixwazin civaka me parçe bikin, xwedî zanebûn û hişyar be."

Her wiha ji rêveberên Nivîsgeha Jin a PYD`ê ya herêma Firatê Almaz Romî jî wiha got: "Divê her kes li gorî berdêlên ku şehîdan daye be. Ji ber wan di oxira em bi aştî û azad li ser xaka xwe bijîn de, canê xwe feda kirin."

Almaz Romî diyar kir ku şehîd Salih ji malbateke welatparêz bû, tevî temenê xwe yê mezin dudilî nebû ku tev li têkoşînê bibe û şehîd Lewend jî rêya azadî û parastina xakê ji dijminan hilbijart û wiha domand: "Em deyndarên berdêlên wan in."

Paşê endamê Partiya Sûriya Pêşerojê ya herêma Firatê Kedîm Îdan bi navê malbata şehîd Lewend ev tişt anî ziman: "Ji destpêka şoreşa Sûriyê ve dewleta Tirk vê şoreşê keysbaz dike û bi rêbazên cûda êriş dike. Lê her carê bi saya hevgirtina gelê me û têkoşîna şehîdan têk diçe."

Di dawiyê de wesîqeta şehîdan hat xwendin û radestî malbatên wan hate kirin û cenazeyê şehîd Salih di nava dirûşmeyan de li Goristana Şehîd Dicle hate oxirkirin.

(bx)

ANHA