Bi boneya 8’ê Adarê li Minbic û Şedadê pîrozbahî

Komîteya Çalakiyan a Komeleya Perwerdê ya naveçeya Şedadê pîrozbahiyek ji xwendekaran re li dar ket. Di heman demê de Navenda Çand û Hunerê pêşangeheke alavên folklorîk li Minbicê bi vê boneyê li dar xist.

9 adar, 2022   15:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Dika Çalakiyên Hevpar a Tevger û Rêxistinên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi boneya 8’ê Adarê  di 23’yê Sibatê de heta 10’ê Adarê rêzeçalakî dest pê kirin.

ŞEDADÊ

Komîteya çalakiyan bi hevkariya Rêxistina Rizgarkirina Zarokan a Cîhanê li dibistana Ebî El-Qasim El-Şabî ya navçeya Şedadê ya Hesekê pîrozbahiyek li dar xist. Tê de xwendekar û mamosteyên Şedadê amade bûn û pêşangeha şêwekariyê hate pêşandan.

Girêdayî mijarê endamê rêveber a Komîteya Çalakiyan a Komeleya Perwerde ya Şedadê Hesen El-Reca ji ajansa me re axivî û Roja Jinan a Cîhanê li tevahî jinên cîhanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

MINBIC

Komîteya Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarên wê bi diruşma "Em bi hev re şoreşa xwe biparêzin û xaka xwe rizgar bikin"pêşangehek ji bo vejandina mîrasa gel a bi çêkirina jinan li Minbicê vekir. Pêşangeh li parka çand û hunerê ya li naverasta bajarê hat vekirin.

Di pêşangehê de komek ji jinan nanê sêlê çêkir û alavên kevn mîna destarê genim, alavên fexar, baqir, hesen û wêneyên şehîdan pêşan da.

Endamên saziyên sivîl û leşkerî û meclisa Til Hozan û Muhteriq serdana pêşangehê kir.

Hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Minbicê Celîle Seîd bixêrhatina beşdaran kir û wiha got: "Ji br mîras nûnertiya nasnameya civak û çanda wê dike û hêmana bingehîn a civakê ye, her wiha ji ber mirovan çiqas hewl da ji mîrasa xwe bi dûr keve, divê lê vegere. Ji ber nasnameya wî ye. Bêyî mîras, çand, şaristanî û ziman tê wateya jiyana mirovan tune ye."

/ar/uploads/files/2022/03/09/134932_jlylh-sayd.webp

Di heman demê de cîgira komîteya jinan Yazî Mihemed da zanîn ku destkeftiyên rasteqîn ên 8’ê Adarê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bûn û wiha got: "Piştî destkeftiyên jinan li ser astên leşkerî, rêxistinî, rêveberî, siyasî û aborî pêk hatin, ev sala 5’an e ku em Roja Jinan a Cîhanê pîroz dikin."

/ar/uploads/files/2022/03/09/134953_yazy-mhmd.webp

Yazî Mihemed eşkere kir ku destkeftiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû cihê balkişandina dijmin û dostan û wiha anî ziman: "Projeya xurtkirina jinan li Bakur û Rojhilat bi armanca dost wê projeyê veguhêzin herêmên xwe û pêk bînin, lê dijmin jî hewl dide valahiyekê bibîne ku wê projeyê têk bibe."

Yazî Mihemed bang li tevahî jinan kir ku têkoşîna xwe xurt bikin û gelek serekftinan pêk bînin da ku destkeftiyên şehîdan biparêzin.

Pêşangeh bi pêşkêşkirina stranên gelêrî ji hêla koma Til Hozan ve bi dawî bû.

(fr)

ANHA