​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye

Însiyatîfa Edalet ji bo kurdan a navneteweyî ya ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" li Ewropa, Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e. Dayikên gerîla destnîşan kir ku PKK`ê xwedî dozeke rewa ye û ji bo pêkanîna azadiyê ji gelên bindest re tê dikoşe.

​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
​​​​​​​Dayikên gerîla: PKK’ê xwedî doza rewa ye
28 sibat, 2022   09:06
QAMIŞLO-SILAVA EBDUREHMAN

Ji bo derxistina navê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji "lîsteya terorê", însiyatîfeke gelêrî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat ragihandin. Gelek sazî û rêxistin li gelek gund û bajaran kampanya ji bo komkirina îmzeyan hat li dar xist.

Kampanya di 13`yê Çileyê de bi dirûşma Edaleta navneteweyî ji bo Kurdan ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lîsteya terorê" dest pê kir.  

Ji ber ku dewletên Kurdistan dagir kirine, nasnameya kurd qir dikin, mafên wê binpê dikin, siyasetên qirkirinê, înkarkirinê li dijî gelê kurd dimeşînin, PKK’ê wek bersivdaneke li ser van siyasetên hovane derket û vejî.

Ji dîroka damezrandina PKK’ê û heta niha pişta xwe bi xwe û gelê xwe heye. Tevî derfetên kêm û zehmetiyên hatine pêşberî wê. Lê dizanî ku wê rastî zehmetiyan were û vê zehmetiyan jî hişt ku têkoşîneke zêde raber bike.

`PKK RÊZ Û HEZKIRINA GELÊN ROJHILATA NAVÎN WERGIRT`

Tevgera PKK`ê li Kurdistan û Rojhilata Navîn tevgera herî mezin a gel e bi milyonan Kurd li dora xwe kom kir, rêz û hezkirina gelan wergirt. Ji ber gel rizgariya xwe ji kolet, zilm û bindestiyê tê de dît.

 Ji bo derxistina navê PKK`ê ji “lîsteya terorê” platformek ji hêla endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Kulenê, Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Meclisa Jinan a Viyan hate avakirin.

Kurdistaniyan li paytexta Fransa Parîsê dikeyeke ji bo komkirina îmzeyan ji bo derxistina PKK`ê ji "lîsteya terorê", ava kir. Heta niha hezar û 3 îmze hat komkirin. Gelek kesayetên navdar ji 30 dewletan tev li Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî bûn.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê malbatên gerîla yên navçeya Amûdê û bajarokên wê tev li kampanyayê bûn. Têkildarî mijarê dayikên gerîla ji ajansa me re axivîn û diyar kir ku ciwanên wan di Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ne û azad in. Her wiha destnîşan kir bi vî rihî wê serî ji zulmkar û zordestan re netewînin û hemû êrişên faşîst li hember berxwedana wan têk çûn.

`PKK`Ê XWEDÎ DOZEKE REWA YE`

Meqbûle Îbrahîm da zanîn ku PKK`ê xwedî dozeke rewa ye û ji mafê wê ye ku doz û gelê xwe yê bindest û hemû gelên azadîxwaz biparêze.

Meqbûle Îbrahîm wiha domand: “PKK`ê xwedî doz e. Êrişî tu kesî nekiriye. Dewleta Tirk hemû pîvan û qanûnên navneteweyî bin pê kirin. Ev partî ne terorîst e divê ji "lîsteya terorê" bê derxistin. "

`DIVIYABÛ EV INSIYATÎF JI ZÛ DE BIHATA LIDARXISTIN`

Minwer Îbrahîm a ji gundê Til Erûs ê navçeya Amûde însiyatîfa ji bo derxistina navê PKK`ê ji "lsîteya terorê" bi erênî nirxand û got: “Diviyabû ev înstiyafî ji zû de li dar biketa. Partî ji tiştên pê hatiye wesifandin dûr e. Lê belê hewl dide mafên gelên bindest vegerîne. Ji bo azadiya xwe û hemû gelên bindest tê dikoşe.”

Minwer Îbrahîm civata navneteweyî şermezar kir û got: “Edalet û qanûnên wê li ku ne, dema dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ewqas sûcan pêk tînin. AKP`ê bi serkêşiya Erdogan maf, qanûn û urfên mirovî bin pê dike. Me ev ne teror e!.”

`ŞAŞ U NE MENTIQÎ YE`

Welatiya bi navê Fatme Xidir a ji gundê Silindir ê Çaxir Bazar li navçeya Amûdê îşaret pê kir ku xistina navê PKk`ê di "lîsteya terorê" de şaş e û ne mentiqî ye û wiha domand: “Ne gengaz e ku her kesek banga mafên xwe bike û ji bo gelê xwe û gelên bindest tê bikoşe, bixin lîsteya terorê.”

Fatme Xidir diyar kir ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê piştgiriya PKK`ê û doza kurd dike û wiha gotinên xwe bi dawî kir: "Em tenê banga mafên xwe dikin. Heke banga mafan bi nêrîna wan sûcek e ev tişt nayê qebûlkirin û nîşaneya nepabendbûna bi pîvanên mafên mirovan tê kirin."

(şx)

ANHA