​​​​​​​Cotkarên hewza Firatê banga destekê kir

Cotkarên bajarê Reqa, Tebqa û Dêrazorê bang li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku semad û sotemeniyê bidin wan da ku serkeftina mewsimê zivistanê bi awayekî giştî û genim bi taybet misoger bibe.

​​​​​​​Cotkarên hewza Firatê banga destekê kir
27 sibat, 2022   07:37
REQA – EHMED EL-ESAF

Herêmên gola Firatê ji girîngtirîn herêmên çandiniyê li Sûriyê ye ku para xwarinê ji herêmê re peya dike. Ji ber ku nêzî çemê Firat û Xabûr li Dêrazorê û Belîx li Reqa ku bi hezeran hektar zevî av didin.

Tevî başbûna axê û hebûna avê, cotkarên Reqa, Tebqa û Dêrazorê di peydakirina madeyên sereke nexasim semad û dermanên mêşûmaran de zehmetiyan dibînin.

Li herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dorpêçeke giran heye. Ji ber wê jî hin dermanên çandiniyê qut bûn, ji ber vê yekê zehmetî di peydakirina semadê de tê dîtin.

Derbarê xwestek cotkarên Tebqa, Reqa û Dêrazorê tên, ajansa me nêrînên wan girt. Cotkaran diyar kir ku xwesteka wan a herî girîng peydakirina semad û sotmenî bi buhayekekî baş e.

Cotkarê bi navê Ehmed El-Cedûh ê ji gundewarên Tebqayê diyar kir ku cotkarên Tebqa ji ber kêmbûna zêde di sotemeniyê de zehmetiyan dibînin, her wiha got sotmenî ne di dema xwe de têne belavkirin û ji ber wê jî berhem kêm dibe.

El-Cedûh destnîşan kir ku mewsima çandiniya îsal kêm e û wiha axivî: "Ji ber vê yekê em bang li Rêveberiya Xweser û aliyên peywendîdar dikin ku alîkariya cotkaran bikin sotemenî û tovan bi buhayên baş ji wan re peyda bike da ku berhemên çandiniyê baş bin."

Ehemd El-Cedûh got mewsimê par ji îsal baştir bû û heger rewş bi vî awayî derbas bibe wê berhem kêm bin.

Cotkarê bi navê Eyser El-Tirkî yê ji gundewarên rojhilatê Reqayê wiha axivî: " Ji ber kêmbûna baranê hêviya me di berhemên bejî de nemaye. Hêviya me di berhêmên avî de ye. Em bi hêvî ne ku Rêveberiya Xweser destekê bide da ku berhemên avî biser bikevin."

Eyser El-Tirkî wiha domand: "Me dest bi avdana duyemîn a genim kir. Girîng e ku di vê avdanê de semad were belavkirin. Ji ber ku semad berhemên zivistanê nexasim genim  xurt dike."

Eyser El-Tirkî da zanîn ku Komîteya Çandiniyê ya Reqayê miqdarê pêwîst a  semada ura nedaya cotkaran û got: "Me ji bo her donimekê 15 kîlo semad wergirt. Tê zanîn ku pêwîstiya her donimekî bi 30 kîlo semad an jî zêdetir heye. Me gelek caran serî li Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê da da ku semadê bidin me, lê semad li gel wê tune bû."

El-Tirkî destnîşan kir ku nirxê kîsekî semadê di sûka reş de dighêje 175 hezar lîreyên Sûriyê, lê ew jî her tim peyada nabe û got: "Ev jî barê me giran dike ji ber cotkar nikarin bikirin."

Cotkarê bi navê Mişhan El-Nasîf jî ev tişt got: "Ji ber kêmbûna avê di vê demê de em zehmetiyan dibînin. Piraniya zeviyan bi rêya jenertoran têne avdan û sotemenî her tim li gel me tune ye."

Mişhan El-Nasîf diyar kir ku ji sedî 90 ji zeviyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê îsal bi genim û ceh hatine çandin, kêmbûna semad û sotemeniyê dê bandoreke neynî li berhemên çandiniyê nexasim genim bike.

El-Nasîf da zanîn ku ew debara xwe bi çandinî û sewaldariyê dikin, heger çandinî zerarê bibîne ew jî dê zerarê bibînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Destekda ji çandiniyê re tê wateya destekdayîna ji tevahî herêmê re. Ji ber çandinî dînamîka aboriya herêmê ye."

Tê zanîn ku dewleta Tirk a dagirker heta niha avê weke çekekê li dijî gelê herêmê bi kar tîne û her demekê rêjeya ava çemê Firatê kêm dike. Li gorî peymana Edeneyê, para Sûriye û Iraqê ji ava çemê Firatê divê di her 1 xuleyê de 500 m3  be. Lê dewleta Tirk ji 200 m3 avê derbas nake, ji ber vê yekê jî aloziyeke avê mezin li herêmê çêbûye. Li hemberî vê yekê hikumetên Iraq û Şamê tu helwestê nîşan nadin.

(bx)

ANHA