Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’: Divê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar hebe

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ berdewam dike. Axêveran bal kişand ser têkoşîneke yekgirtî ya li dijî DAIŞ’ê û texrîbata DAIŞ’ê li Iraq û Şengalê.

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê’: Divê li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar hebe
26 sibat, 2022   12:36

Komxebata ‘Têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û çarenûsa girtiyên DAIŞ’ê’ li Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Di panelê de bal kişandin ser têkoşîna yekîtiyeke navneteweyî ya Kurd a li dijî DAIŞ’ê û texrîbatên bi DAIŞ’ê re li herêmê pêk hatine. Her wiha bal kişand ser rewş û çarenûsa Êzidiyan û vegera wan a li ser herêmên xwe.

Di beşa duyemîn de Newzed Salih panela duyemîn bi rê ve bir.

Di panela duyemîn de mamosteyê zanîngehê Nîkola Eşref Şalî, siyasetmedarê Iraq Eshed Ebadî û berpirsa Piştevaniya Jinên Êzidî Ferîde Seîd Xelef mijarê dinirxînin.

Nîkola Eşref Şal, li ser Kongreya Netewî û yekîtiya netewî ya di nava Kurdan de û têkoşîna hevpar bê kirin, axivî. Şal diyar kir ku divê di her warî de alîkarî û piştevaniya Rêveberiya Xweser bê kirin. Di mijara têkoşîna li dijî DAIŞ’ê de yekîtiya netewî pir girîng e.

Siyasetmedarê Iraq Eshed Ebadî jî qala êrîşên DAIŞ’ê ya li ser Iraqê û texrîbata bi xwe re anî ki û got: “Ev mijar pêwîstî bi nîqaş û têkoşîneke xurt heye bê kirin. Divê nêzîkatiyek baş ji bo girtiyên DAIŞ’ê bê kirin û baldarî li ser kar bê kirin.

Hikumeta Iraqê heta astekê kariye têkoşînek xurt li ber DAIŞ’ê bike. Ziyanek mezin li DAIŞ’ê daye.  Ji ber DAIŞ’ê ziyaneke mezin di gelek waran de li Iraqê bûye. Ziyan gihiştiye binesazî, perwerde û avadaniyê bûye.  Li Iraqê qûrbaniyeke mezin hatiye dayîn. Nêzî 40 hezar sivîl hatine qetilkirin.”

Ferîde Seîd Xelef jî qala êrîşên DAIŞ’ê yên li Şengalê û qûrbaniyên Êzidî kir. Xelef diyar kir ku herî zêde Êzidî bûn qûrbaniyên vê divê têkoşîneke xurt ji bo vegera Şengal û dîlên Êzidî bê kirin.

Komxebat berdewam dike.