Lavrov: Heke Ukrayna çekan deyne, em ji dan û standinê re amade ne

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov têkildarî şerê li Ukraynayê got “Heke Ukrayna çekan deyne, em ji dan û standinê re amade ne.”

Lavrov: Heke Ukrayna çekan deyne, em ji dan û standinê re amade ne
25 sibat, 2022   12:59
NAVENDA NÛÇEYAN 

Sergey Lavrov piştî destwerdana leşkerî ya Rûsyayê ya li ser Ukraynayêd, di daxuyaniyeke çapemeniyê de got: “Hêzên çekdar ên Ukraynayê çawa ku guh da dengê me û çekên xwe berdan, em ji dan û standian re amade ne.”

Lavrov têkildarî dagirkirina Ukraynayê anî ziman ku armanca wan ew e ku “gelê Ukraynayê ji zextê rizgar biki.”

Lavrov îdia kir ku armanca wan ne dagkirina Ukraynayê ye û got: “Armanca operasyonê eşkere ye, ew jî bêçekkirin û paqijkirina ji Naziyan."