Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin

Bi sedan şêniyên Til Temirê bi merasîmên cuda li Til Temir û gundê Til Hirmiz şehîdên berxwedana Til Temir û Xabûrê di salvegera 7’an de bi bîr anîn û da zanîn ku bi saya fedekariyên şehîd, berxwedana şervanan û hevgirtina pêkhateyên herêmê ewlehî û aştî li herêmê heye.

Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
Di salvegera 7’an de şêniyên Til Temirê  êrişên DAIŞ’ê şermezar kirin
23 sibat, 2022   15:05
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Til Temir û malbatên wan Ii Qada Meclisa Malbatên Şehîdan kom bûn ku 69 şehîdan di Sibatê de li hember êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên 2015‛an de şehîd bûbûn, bi bîr bînin.

Merasîma bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê û bi beşdariya berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Aram Hena, nûnerên ji partiyên siyasî, hêzên Meclisa Leşkerî ya Til Temir û pêkhateyên dest pê kir.

Piştre endamê meclisa navçeyê Muhened Mihemed û endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan a Asûr Cemîle Kako navên şehîdan xwendin.

Têkildarî mijarê, li ser navê Meclia Malbatên Şehîdan a Til Temirê Mihemed Seîd Şêxmûs axivî û wiha got: "Ev herêm di hedefa hêzên herêmî û navneteweyî de bûn. Destpêkê Kobanê bû, dûvre Serêkaniyê. Gelên hermê û pêkhateyên wê li hember van bûyeran sekinî û li ber xwe da. hîna jî em li ser xaka xwe bi saya fedekariya şehîdan li ber xwe didin."

Şêxmûs wiha domand: "Ji 7 salan ve, piştî DAIŞ di Kobanê û Serêkaniyê de şikest xwest Sûriya biçûk anku Til Temirê dagir bike. DAIŞ’ê texmîn dikir ku têkeve Til Temirê û dê bi hêsanî bigihîne Qamişlo û herêmên din. Lê ciwan û mezinên me  li ber xwe dan û ev xak ji DAIŞ’ê rizgar kir."

Li aliyekî din jî berdevkê QSD’ê Aram Hena bixêrhatina beşdar û malbatên şehîdan kir û wiha got: "Em spasiya hemû kesên Xabûr û Til Temir parastinê, dikin. Her wiha hemû şehîdên di oxira parastina wan de canê xwe daye de, silav dikin. Li kêlek wê jî em şervanên me ku li hember hêzên dagirkeriya Tirk sekinîne silav dikin."

Hena da zanîn ku QSD’ê îro di berxwedana xwe de pişta xwe dide gel û spasiya gelê herêmê dike.

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Mihemed axivî û hemû şehîd bi bîr anîn û wiha got: "Em berxwedana hêzên leşkerî ku xwe li ser erdê îsbat kirine û li hember wan êrişan radest nebûn silav dikin."

Mihemed bang li tevahî pêkateyên kir ku hevgirtî bin, parastina herêmê bikin û soz da ku hêzên leşkerî dê di oxira parastina herêm, şênî û destkeftiyên wê de canê xwe bide.

Girêdayî mijarê, Meclisa Leşkerî ya Suryanî û Meclisa Malbatên Şehîdan merasîm li gundê Til Hirmiz ê li başûrê Hesekê bi diruşma "Têkoşîna gelê me yê Suryan garastina azadî û mafên wê ye" li dar xist. Tê de bi dehan malbatên şehîd, kesayetên civakî yên herêmê, nûnerên ji QSD’ê û Lîwa El-Şîmal El-Demokratî, nûnerên ji partiyên siyasî û şandeyek ji Rêveberiya Xweser amade bûn.

Merasîm bi deqeyeke rêzigirtin û toraneke leşkerî ji hêla Meclisa Leşkerî ya Suryanî ve dest pê kir.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Suryan Hesne Eylo axivî û şehîdên berxwedana Xabûrê bi bîr anî û wiha got: "Berxwedana hêzên leşkerî ji gundê Til Hirmiz de dest pê kir û bi têkoşîna hêzên me û di salvegera 7’an de me mafên xwe bi saya şehîdên xwe bi dest xistin."

Li ser nave Meclisa Leşkerî ya Suryanî Matay Hena axivî û da zanîn ku hêzên wan li hember her kesên hewl didin gelên herêmê tune bikin, rakir û wiha got: "Êrişa DAIŞ’ê li ser gundên me dîroka gelê me têk nebirin."

Hena destnîşan kir ku ew ê rêça şehîdan bişopînin û herêmê ji êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyhên wê biparêzin û sûcên wan ên li dijî dêr, perestgeh û gorên şehîdan sînordar bikin.

Li ser nave Hêzên El-Şîmal El-Demokratî Mehmûd Hebîb axivî û ev tişt got: "Em îro bi saya fedekariyên şehîdan li hember terorê bi serbilindî li vê xaka pîroz a Sûriyê dijînin. Her wiha bi saya hevgirtina gel û pêkhateyên wê ev herêm hat parastin."

Hevseroka Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîham Qeryo îşaret bi hevgirtina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û wiha got: "Gelê herêmê di parastin û sekna li hember planên bi armancên têkbirina Rêveberiya Xweser yek dest e."

Sîham Qeryo wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a Tirk piştgirê bingehîn a terorê ye û plangerê li dijî herêmê ye, herî dawî jî êrişên çeteyên DAIŞ’ê li ser girtîhea Sînaa. Ev êriş bi hewldana tevliheviya ewlehî û dagirkirina herêmên din bû, derfetê li pêş DAIŞ’ê vekin ku xwe bigihînin Mûsil û Reqayê. Lê bi saya berxwedana hêzên leşkerî û şêniyên herêmê hemû planên bi bin ketin."

Merasîm bi xwendina helbest û pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA