Dag û Er çalakiya xwe bi dawî kirin

 Daxwazên Mazlum Dag û Abdurehman Er ên ku ji 13’ê Sibatê ve li Girtîgeha Hewlêrê di rojiya mirinê de ne, hatin bicihanîn. Dag û Er dawî li çalakiya xwe anîn.

Dag û Er çalakiya xwe bi dawî kirin
21 sibat, 2022   18:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Herêma Kurdistanê 17’ê Tîrmeha 2019’an sîxurê MÎT’ê Osman Kose yê li Serkonsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê wezîfedar bû hate kuştin. Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Abdurehman Er jî bi hinceta kuştina Osman Kose hatin darizandin û dadgehê cezayê darvekirinê li wan birî.

Herdu ciwanan di rojên borî de bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîbûn û diyar kiribûn ku ji ber daxwaza wan a ji bo bidawîkirina binpêkirina mafên mirovan û guhertina girtîgehê bêbersiv hatiye hiştin, ji 13’ê Sibatê ve wan dest bi rojiya mirinê kirine.

Îro Mazlûm Dag bi telefonê bi malbata xwe re axivî û diyar kir ku daxwazên wan bi cih hatine û dawî li çalakiya xwe anîne.