Receb Muşrif: Fêrbûna bi zimanê dayikê xebata me ya pêşîn e

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif da zanîn ku perwerdeya bi zimanê dayikê xebata wan a pêşîn e, her wiha destnîşan kir ku hikumeta Şamê derfet neda gelê Kurd ku fêrî zimanê dayikê bibe, ji ber ku hebûna pêkhateyên dîtir red dikir.

Receb Muşrif: Fêrbûna bi zimanê dayikê xebata me ya pêşîn e
21 sibat, 2022   06:38
REQA – EHMED EL-ELÎ

21`ê Sibatê Roja Cîhanê ya Zimanê Dayikê ye. Rêveberiya Xweser der barê rewşên girêdayî mafên hemû pêkhateyên herêmê de ku bi zimanê dayikê fêr bibin, nimûne ye.

Derbarê mijarê de Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Receb El-Muşrif ji ANHA`yê re wiha axivî: "Ji stratejiya me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fêrbûna bi zimanê dayikê ye. Welatiyên Ereb bi erebî fêr dibin û yên Kurd bi kurdî fêr dibin. Her wiha Suryan bi zimanê suryanî fêr dibin."

Receb El-Muşrif wiha domand: "Armanca me ji vê stratejiyê ku derfetê bidin pêkhateyên cûda ku bi zimanê dayikê bixwînin û binivîsînin. Bi vê yekê çanda wan bi pêkhateyên din re tê parvekirin. Em dikarin bi rêya vê stratejiyê mafên jiyanê bidin hemû pêkhateyan û çandan bi hev re par ve dike."

Receb El-Muşrif di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt got: "Pevguheratina çandan nabe heger ne bi rêya fêrbûnê be. Bi rêya wê mirov pîvan û nirxan dide, zemîneke xurt ji hemû pêkhateyan re bi rêya fêrbûna bi zimanê dayikê ji refa yekê heta 4`an ava dike."

El-Muşrif destnîşan kir ku piştî refa 4`an ji mafê her xwendekarî ye ku li kêleka zimanê dayikê zimanekî din ji bo fêrbûnê hilbijêre û wiha pê de çû: "Mînak xwendekarê Ereb dikare zimanê kurdî yan jî suryanî hilbijêre û berovajî vê jî dibe. Ev yek dê di hemû astên fêrbûnê de dewam bike."

Receb El-Muşrif diyar kir ku ev stratejî çavkaniya zengînbûna desteya perwerde û fêrbûnê ye û ji xwendekar re ku fêrbûna bi zimanê dayikê bidomîne, dewlemendiyek e.

Derbarê qedexekirina hikumeta Şamê ji bo fêrbûna bi zimanê kurdî Receb El-Muşrif bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Rejîma sûrî rejîmeke neteweperest e. Itîrafê bi kesên din nake. Tevî zengîbûna Sûriyê bi pêkhate û neteweyan jî ku ew bi eslê xwe sûrî ne û ji mafên wan e ku bi zimanê dayikê fêr bibin, lê dîsa jî îtîraf bi neteweyên din nake."

(bx)

ANHA