Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê cenazeyê şehîd Awaz Gul ku ji pêkhateyên Ereb e li goristana şehîdan oxir kir.

Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
Şehîd Awaz Gul li Helebê hate oxirkirin
20 sibat, 2022   14:27
HELEB

Cenazeyê şervana YPJ`ê Ebîr Elî Mûsa (Awaz Gul) ku dema li ser erka xwe ya leşkerî şehîd bû, ji Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir hate wergirtin û bi karwaneke mezin ber bi goristana şehîdên Berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya li herêma Şiqeyêf ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir, her wiha toreneke leşkerî ji aliyê şervanên YPJ – YPG`ê ve hate lidarxistin. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Xedîce Îbo axivî û sersaxî ji malbata şehîd Awaz û hemû şehîdên azadiyê re, xwest.

Xedîce Îbo wiha domand: "Em soz didin em ê têkoşîna xwe berdewam bikin. Nexasim ku em di meha Sibatê de ku rêber Abdullah Ocalan bi rêya komployeke navneteweyî dîl hate girtin û hê jî ev komplo bi rêya komkujî û êrişên li dijî gelê me da ku wan tune bike, didome. Herî dawî jî êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê."

Xedîce Îbo destnîşan kir ku siyaseta dewleta Tirk ne tiştekî nû ye, armanca dewleta Tirk ku herêmê dagir bike û demografiya wê biguhêre û ev tişt anî ziman: "Lê ew nikare vê yekê bike. Ji ber îradeya gelê me jê xurttir e û xwediyê vê xakê ne."

Xedîce Îbo diyar kir ku şehîd Awaz Gul ji pêkhateyên Ereb e, rêya berxwedan û têkoşînê ji bo parastina vê xakê hilbijart.

Paşê wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wê hate kirin. Di dawiyê de cenazeyê şehîd Awaz Gul di nava dirûşme û tilîliyan de spartin axê.

(bx)

ANHA