HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir

HPG'ê bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdan ku li Derya Reş û Wanê di sala 2016'an de şehîd bûn eşkere kir û got: "Ji bo azadiya gelê me ti carî xwe ji fedakariyê venegirtin û heta kêliya dawî têkoşîneke bêhempa meşandin."

HPG'ê nasnameya 4 şehîdan eşkere kir
16 sibat, 2022   08:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihand û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) bi daxuyaniyekê nasnameya 4 şehîdan ku li Derya Reş û Wanê şehîd bûbûn eşkere kir.

Daxuyaniya HPG`ê wiha ye:

"30'ê Îlona 2016'an li bajarê Ordûyê di dema operasyona dijmin de şerekî giran qewimî bû û di vî şerî de gelek leşkerên dijmin hatibûn cezakirin. Di vî şerî de hevrêyên me Baxtiyar, Agît û Celal ên ku demeke dirêj li herêma Derya Reş gerîlatî kirin, heta kêliya dawî bi îradeya Apoyî şer kirin û şehîd bûn. Hevrêyên me ku agahiyên li ser nasnameya wan zelal bûn, bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Baxtiyar Botan

Nav paşnav: Erol Kûrt

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Seherbaz-Îsmet

Cih û dema şehadetaê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

Nasnav: Agît Serhat

Nav paşnav: Mehmet Yildiz

Cihê jidayikbûnê: Erzîrom

Dayik-Bav: Ayşe-Mecîd

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

Nasnav: Celal Mêrdîn

Nav paşnav: Abdulcelîl Alpaydin

Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

Dayik-Bav: Ayfer-Yûsûf

Dem û cihê şehadetê: 30'ê Îlona 2016 / Derya Reş

4'ê Gulana 2016'an li herêma Wanê di êrişên dewleta Tirk a qirker ên ji bo dagirkeriyê de hevrêyê me Andok Argeş şehîd bû. Hevrêyê me Andok ku bi wêrekî û fedakariya xwe milîtanekî Apoyî yê mînak bû, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî wî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wî teqez bi serketinê tacîdar bikin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyê me Andok wiha ne:

Nasnav: Andok Argeş

Nav paşnav: Serdar Atsiz

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Aliye-Bûrhan

Dem û cihê şehadetê: Sibata 2016 / Wan