PDK’ê namzetek nû ji bo serokkomartiyê nîşanda

Piştî ku duh Dadgeha Federal a Iraqê namezetiya Hoşyar Zêbariyê PDK’yî ji bo serokkomartiyê red kir, PDK’ê îro namzetek nû ji bo serokkomartiyê destnîşan kir.

PDK’ê namzetek nû ji bo serokkomartiyê nîşanda
14 sibat, 2022   18:49
NAVENDA NÛÇEYAN 

Berdevkê PDK’ê Mehmûd Mihemed bi daxuyaniyek ragihand, piştî namzetiya Hoşyar Zêbarî hat redkirin, PDK’ê bi fermî Rêber Ehmed Xalid ku niha Wezîrê Karê Hindirîn yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye, wek namzet ji bo serokkomartiya Iraqê nîşanda.

Hêjayî gotinêye duh Dadgeha Federal a Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokkomartiya Iraqê red kir.

Rêber Ehmed niha Wezîrê Karên Hindirîn ê Hikûmeta Herêma Başûrê Kurdistanê ye û yek ji wan kesên herî nêzî Mesrûr Barzanî ye.