Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan

Bi sedan ciwanên şoreşger ên Hesekê bi meşekê komploya navneteweyî ya li ser rêber Ocalan şermezar kir û gotin:  "Azadiya rêber Ocalan azadiya gelên bindest e."

Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
Ciwanên Hesekê li dijî komployê meşiyan
14 sibat, 2022   17:25
HESEKÊ

Bi diruşma "Azadiya rêber Abdullah Ocalan azadiya gelên bindest e" ciwanên şoreşger ên Hesekê meşeke girseyî li dar xist.

Meş ji çerxeriya Kevokê dest pê kir û li kolana sereke ya taxa Miftî heta bi çerxeriya Şehîd Serhed geriya. Di meşê de siloganên azadiya Ocalan û şermezarkirina komploya navneteweyî hatin berzkirin û bang li civata navneteweyî û desteyên navneteweyî hat kirin ku yekser destwerdanê bikin û tecrîda li ser rêber Ocalan rakin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan Medya Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Bi berxwedanê em şermezar dikin, bi berxwedanê em ê bişikînin û kombûna li derdora rêbertê em ê rêber, gel û welat rizgar bikin. Di 15’ê Sibata 1999’an de berjewendiyên hêzên şer li dijî gel di şexsê rêber Ocalan de li hev kom bûn û armanca wan Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û berxwedana gel bi dawî bikin.

Bi derbasbûna 23 salan di ser komployê re, em dikarin bêjin ku komplo berdewam e, lê belê lawaz bû û berxwedana berdewam e û hêza xwe zêdetir dibe. Ji girtîgeheke biçûk li giraveke biçûk li tevahî Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê belav bû. Berxwedanê tevahî dijmin têk birin û dilên gelên li dora dibistana Îmraliyê ya fikirî kom bûne û kirine yek vejand û tevger ji şexsekî ber bi gelan ve veguherand ku tev li projeya neteweya demokratîk bûn.

Êdî Îmralî ne giraveke biçûk ne jî odeyeke girtîgehê ye, lê belê ronahiyeke ku dilên azadîxwazan dagirt. Rojane bi sedan ciwan û her kesên fikir û felsefeya rêbertî hildigirin vê komployê bi şopandina rêça rêbertî têk dibin û em heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan ranawestin.

Em ciwan soz didin rêberê xwe ku em ê asta têkoşînê heta rizgarkirina rêbertî berdewam bikin û ji bo avakirina mirov û rakirina zulmê bi hev re em ê têkoşîna xwe temam bikin."

(fr)

ANHA