Rêveberiya Xweser 35 xwendekarên serkeftî yên li kampa Serêkaniyê xelat kirin

Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê 35 xwendekarên serkeftî yên her sê qonaxên xwendinê yên li kampa Serêkaniyê xelat kir.

10 sibat, 2022   15:21
HESEKÊ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê li kampa Serêkaniyê bi şahiyekê xwendekarên her sê qonaxên perwerdeyê yên ku di werza yekemîn a sala perwerdeyê de bi ser ketine, xelat kir. Kampa Serêkaniyê ji  bo koçberên ji herêma Serêkaniyê ya dagirkirî hatiye vekirin. Kamp li rojhilatê bajarê Hesekê dikeve.

Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Rohat Xelîl, endamên desteyê, berpirsên rêveberiyên gitşî yên dibistanên herêmê tev li şahiyê bûn.

Destpêka şahiyê hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl axivî û got: "Em ked û xebata mamoste û xwendekaran a wergirtina pileyên rêza yekemîn û werza yekemîn, pîroz dikin. Ruxmî zehmetiyan xwendekaran bi keda xwe pileyên rêza yekemîn bi dest xistin."

Piştre Desteya Perwerde û Fêrkirinê 35 xwendekarên serkeftî xelat kir.

Xwendekara serkeftî ya qonaxa amadehî Edle Feysel a ji Serêkaniyê got: "Ruxmî zor û zehmetiyên em pê re rû bi rû man, lê ez bi israr bûm ku bi ser bikevim."

Xwendekarê bi navê Serbest Mihemed ê qonaxa navîn axivî û hêvî kir ku di werza duyemîn de, li bajarê Serêkaniyê were xelatkirin.

(eh)

ANHA