​​​​​​​Serkeftina Pêngava Gurzê Gelan îsbata israra QSD`ê ya parastina herêmê ye

Endamên saziyên sivîl û rûspiyên eşîra Igêdat a Dêrazorê, piştgiriya xwe ji QSD`ê û Rêveberiya Xweser re destnîşan kir û got şervanên Pêngava Gurzê Gelan di oxira têkbirina DAIŞ`ê de berdêlên giran dan.

​​​​​​​Serkeftina Pêngava Gurzê Gelan îsbata israra QSD`ê ya parastina herêmê ye
8 sibat, 2022   08:02
DÊRAZOR - SAMIR EBDULEZÎZ

Di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, êrişên çeteyên DAIŞ`ê yên li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê têk birin û di oxira parastina herêmê de, 121 endamên hêzên leşkerî, welatî û xebatkarên li girtîgehê şehîd bûn.

Têkildarî mijarê endam û rûspiyan piştgiriya xwe ji QSD`ê diyar kir û got: "Em ê li ser bingeha rêgezên neteweya demokratîk parastina destkeftiyên bi saya şehîdan hatine bidestxistin, bikin."

Hevserokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya gundewarên rojhilatê Dêrazorê Mihemed Zayîd axivî û got: "Şehîdan di oxira parastina herêmê ji êrişên li ser girtîgeha Sînaa de, canê xwe feda kir. Vê êrişê armanc dikir ku Rêveberiya Xweser û projeya neteweya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibira."

Zayîd ev li axaftina xwe zêde kir: "Divê hemû cîhan bizane ku projeya me, projeyeke demokratîk e û ji bo tevahiya gelan e. Em ê li dijî êrişên ewlehî û îstiqrara me dikin armanc, bisekinin. QSD`ê careke din isbat kir ku ji hemû êrişên vîna gelê azad û projeya demokratîk dikin hedef, xurttir e."

Mihemed Zayîd wiha dewam kir: "Ji bo parastina projeya xwe ya demokratîk û jiyana azad û birûmet, çi were xwestin em ê bikin, di heman demê de em ê projeya xwe bikin bingeha çareserkirina aloziya Sûriyê ku deh sal li pey xwe hiştine."

Mihemed Zayîd got: "Bi wê re em ê aştiyê û ewlehiyê misoger bikin û koçber vegerin welatên xwe, her wiha dê Sûriyeke azad, demokrat, pirreng û nenavendî were avakirin."

Hevserokê Gerînendetiya Çandiniyê ya Hecînê Cindî Tame axivî û îşaret bi berdêlên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir û got, bi saya wan girtîgeha Sînaa hate kontrolkirin.

Rûspiyê eşîra Igêdat û nûnerê rûspiyên bajarokê Baxozê Hewas Casim axivî û got: "Bi navê rûspiyên xeta rojhilat û Meclisa Eşîrên Bûkemalê em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re û şîfa ji birîndarên xwe re dixwazin û dibêjin şehîd namirin. Em ji hemû cîhanê re dibêjin; em bi Rêveberiya Xweser û QSD`ê re ne, her wiha di van rewşan de bi hemû derfet û enerjiya xwe destekê didin wan."

Casim îşaret bi serkeftinên QSD`ê yên li Hesekê kir û wiha dewam kir: "Ev serkeftin îsbat dike ku Rêveberiya Xweser dikare li dijî hemû cureyên terorê, parastina gel û erda xwe bike."

Casim diyar kir ku rûspiyên eşîran û gelê herêmê rola hêzên leşkerî di van cengan de, silav dikin û dibêjin ji cîhanê re îsbat kir ku QSD careke din li dijî terora DAIŞ`ê bi ser ket.

Hewas Casim bang li Koalîsyona Navneteweyî û Meclisa Ewehiyê ya NY`yê kir ku zextê li welatan bikin da ku hemwelatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de û malbatên wan wergirin, ji ber ku barên Rêveberiya Xweser giran dikin.

Di dawiyê de Casim anî ziman ku divê dadgehên navneteweyî werin avakirin da ku çeteyan darizînin.

(eh)

ANHA