3 şervanên QSD’ê; 3 bira, 3 hevrê

Li Reqayê piştî rizgarkirina bajêr, 3 bira tev li QSD’ê dibin û niha li Eyn Îsayê li rex hev li dijî êrişên dagirkeriya Tirk li ber xwe didin.

3 şervanên QSD’ê; 3 bira, 3 hevrê
7 sibat, 2022   02:51
EYN ÎSA - ÎBRAHÎM SARI

Her şoreşek ango her têkoşînek azadiyê di nav xwe de gelek kêlî, dîmen û rewşên pir balkêş û nû dihewînin. Carnan hin tişt diqewimin ku tenê dikare di hest de bê jiyîn, tu peyv, gotin an jî hevok nikarin wan pênase bikin.

Li Rojhilata Navîn şerkirin û têkoşînkirin jiyan bi xwe ye. Yek kêliyek bê têkoşîn û berxwedan tê wateya mirinê. Nefesgirtin bi xwe dibe navê têkoşînê.

Carnan hin kêlî tên jiyîn ku dibe mijara fîlm, pirtûk û belgefîlman, ew kêlî dibe mejî, dibe dîrok. Zulim li vê xakê ne qederek e, bindestî û koletî ne qeder e. Lê ev cografiya ku bûye lendika mirov û civakbûyînê bi hezaran sal e di bin zexta serdestan de dinale. Lê ev nalîn bi xwe re her tim berxwedaniyekê jî diafirîne. Li hember Dehakan her tim Kawayek peyda dibe û agirê azadiyê pê dixe.

Serdest û xwînmijên sedsala me jî hewl didin heya dawî xwîna hejar û bindestan bimijin. Nav û rûyê wan yên vê carê DAIŞ bû. Lê careke din li hember Dehakan Kawayan serî hildan û bi berxwedaniyeke bêhempa navê xwe li dîrokê nivîsandin.

/kr/uploads/files/2022/02/06/191638_eb-leyla.webp

Ebû Leyla, Xedeb û Elîşêr. Sê bira, sê berxwedêr, sê têkoşerên ku di heman eniyê de li hember tarîtiya DAIŞ’ê li ber xwe didin, dibe ku bêyî di feqê de bin jî navê xwe di dîrokê de dinivîsin.

SÊ BİRA SÊ BERXWEDÊR Dİ HEMAN ENİYÊ DE

Bi destpêkirina şoreşa Rojava û ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê re gelek neteweyên ku li herêmê dijîn, cihê xwe di nava şoreşê de girtin. Bi taybetî di şerê tunekirina çeteyen DAIŞ’ê de keç û xortên ji pêkhateyên cuda berê xwe dan nava refên QSD, YPG û YPJ’ê û her yek ji wan bû lehengên azadiyê.  

Li Eyn Îsayê 3 birayan bi hev re li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyen ku dixwazin herêmê dagir bikin, berê xwe dane nava refên QSD’ê û bi hev re di heman çeperê de li ber xwe didin.

/kr/uploads/files/2022/02/06/191731_elsr.webp

Ebû Leyla, Xedeb û Elîşêr tev li nava refên QSD’ê dibin û dema ku bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê rizgar dikin, her sê bira jî şahidiya wê kêliya dîrokî dikin.

‘EM RÊ NADIN DAGIRKERIYÊ’

 

Şervanê QSD’ê Ebû Leyla ji ajansa me re wiha axivî: “Dema ku Reqa rizgar bû, em tev li QSD’ê bûn. Me dît şervanên QSD’ê çawa alîkariya gel dikir. Ew Kurd in, em Ereb in, cudahî di navbera me de tune ye. Em 3 bira cihê xwe di eniyên şer de digirin. Me dît ku tu ferqa dagirkeriya Tirk û DAIŞ’ê nîn e.

 

Em her sê bira, li dijî êrişên dagirkeriya Tirk her tim amade ne. Li dijî wan dijminên ku dixwazin derbasî axa me bibin, em her sê bira 24 saetan hişyar in da ku erdê xwe, şerefa xwe û welatê xwe biparêzin. Înşallah em ê herêmên xwe ji dest dijminên xwe rizgar bikin.”

‘EM FÊRÎ HEVALTIYA RAST BÛN’

Li vê cografiya ku bi hezaran sal e reng û çandên cuda, ol û mezhebên cuda bi hev re dijîn, xwestin ji bo berjewendiyên xwe wan bi hev du bidin qirkirin. Lê vê carê dîrok ne li gorî armancên serdestan hat nivîsandin.

/kr/uploads/files/2022/02/06/191711_xedeb.webp

Şervanê QSD’ê Xedeb jî dema ku behsa tevlêbûna xwe ya nava refê têkoşînê dike, bi peyv û hevokên pir sade di rastî de behsa dîroka ku îro bi berxwedaniya gelan tê nivîsîn, dike û peyam dide, “Me li Reqayê zulm û zordariyên dijwar ji dest DAIŞ’ê dît. DAIŞ’ê bi hincetan serê sivîlan jê dikirin. DAIŞ’ê kiryarên herî xirab anîn serê me. Piştre YPG û YPJ hatin, Kurd û Ereb bûn yek û Reqa ji zulma DAIŞ’ê rizgar kir. Piştî ku me hevaltî bi Kurdan re kir, me fêm kir ku doza em ji bo wê şer dikin, welatê me, namûsa me û şerefa me ye. Em her sê bira ji bo vê dozê tev lê bûn. Em ji bo hevalên xwe, xwe feda dikin, ji ber ku em fêrî hevrêtiya rast bûne.”

‘GELÊ KURD Û EREB DÊ DAGIRKERIYÊ TÊK BIBIN’

Li ser vê axê dîrok ji nû ve li ser berxwedaniya hevpar a gelan tê nivîsin. Ji nifşên pêş re mîrate tê hiştin ku navê wê berxwedan e. Ev berxwedana ne bihêsanî tê pêşxistin, ked û reng, xwêdan û xwîn di nav hev de diherike. Lê gelên vê axê vê carê naxwazin dîroka wan ji aliyê xwînmij, desthilatdar û sermayedaran ve bê nivîsîn. Vê carê pênûs di destê wan de ye û bi biryar in ku dîrokek bi rûmet bi xwe binivîsin.

Yek ji sê birayan ê şervanê QSD’ê Elîşêr bi van hevokan notekê datîne dîrokê:“Ji bo parastina civakê, em her sê bira cihê xwe di çeperên şer de digirin. Bi tu awayî cudahî di navbera Kurd û Ereban de tune ye.”

Bi şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hemû netewe û gel li ser esasê hevgirtinê bi hev re parastina şoreşê dikin. Çawa ku gelên herêmê bi hev re dawî li çeteyen DAIŞ’ê anî, îro jî gelên Ereb, Kurd û tevahî gelên herêmê, bi hevgirtina xwe li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin.

ANHA