Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû

Çalakiya konvedanê ya Şehîdên Gurzê Gelan ku li bajarê Hecînê hatibû vegirtin, bi dawî bû.

 Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû
 Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû
 Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû
 Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû
 Çalakiya sersaxiya ji malbatên şehîdên Gurzê Gelan re ya li Hecînê bi dawî bû
6 sibat, 2022   16:04
DÊRAZOR

Meclisa Malbatên Şehîdan li bajarokê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê, çalakiya konvedanê ya şehîdên Gurzê Gelan li dar xist. Di roja duyemîn û dawî de nûnerên hêzên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Hecînê, rûspiyên bajarokên Baxoz, Şefê, Sûsê, Meraşîdê û Bodranê û gundên derdorê û rûspiyên bajarê Hecînê, nûnerên Meclisa Herêma Rojhilat û Meclisên Herêmî tev li çalakiyê bûn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Di destpêka bernameyê de bi navê Meclisa Firatê rûspiyê eşîran Ebû Hemam Ebdurehman El-Digêfîc sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got: "Şehîdan di oxira misogerkirina ewlehiyê de, canên xwe feda kirin, mînaka wê jî şerê girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran e."

El-Digêfîc wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Şerên taybet ên li herêmê têne pêkanîn, bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser û binxistina projeya neteweya demokratîk e, ji ber ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike, her wiha hevgirtina di navbera rêveberiyê û gel de xizmeta Tirkiyê ya ku destekê dide terorê nake."

Dûvre rûspiyê eşîra El-Bîqa Beşîr Mistefa wiha axivî: "Şehîd zarokên me ne, ger ne ji wan bûya em îro bi aramî û ewlehî nedijiyan. Wan di oxira welat de canê xwe feda kirin, ji lewma em nikarin bi çend gotinan fedekariya wan bînin ziman."

Rûspiyê eşîra Igêdat û berdevkê eşîrên Baxozê Hewas Casim jî bal kişand ser rola QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di parastina herêmê wiha got: "Li dijî hemû hewldanên çeteyan û dagirkeriya Tirk ên derbekirina îstiqrara herêmê, divê em yekitiya xwe xurttir bikin û piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bikin."

Çalakî bi sloganên "Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA