​​​​​​​Ji ber Zêbarî wê Helbûsî were lêpirsînkirin

Dadgeha Federal a Iraqê li ser giliyê 4 parlamenteran, ji ber peywendiyên li gel  Hoşyar Zêbarî wê lêpirsînê li gel Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbûsî bike.

​​​​​​​Ji ber Zêbarî wê Helbûsî were lêpirsînkirin
5 sibat, 2022   15:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji ber ku Serokê Parlamentoya Iraqê namzetiya Hoşyar Zêbarî yê PDK’î ku dosya wî ya gendeliyê heye qebûl kiriye, Parlamenterên Iraqê, Elî Turkî, Dîlan Xufur,, Karwan Yarweys û Kerîm Şikur li Dadgeha Federal a Iraqê giliyê Serokê Parlaementoyê Mihemed Helbûsî kirin  û jê xwestiye lêpirsîn li gel were kirin. Dadgehê ev giliyê wan pejirand.

Dadgeha Federal a Iraqê di 3’yê Sibatê de, bi nivîsekê giliyê wan parlamentoya pêşkêşî beşê yasayî yê Parlamentoya Iraqê kiriye û jê xwestiye di nava 15 rojan de bi awayek nivîskî bersiva dadgehê bide.

Elî Turkî û Dilan Xefûr jî li Dadgeha Keric a Bexdayê giliyê Hoşyar Zêbarî kirine. Ji dadgehê xwestine lêpirsînê li gel namzetê PDK’ê yê ji bo serokomariya Iraqê Hoşyar zêbarî bike. Li gorî gilînameyê, dema Hoşyar Zêbarî Wezîrê Derve yê Iraqê bû, zêdetir 3 milyar û 700 milyon dolar bi derqanûnî winda bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye duh Serokê Tevgera Sedir, Muqteda Sedir têkildarî namzetiya Hoşyar Zêbarî ya ji bo serokomariya Iraqê daxuyanî da.

Muqteda Sedir di daxuyaniya xwe ya li se twitterê de got: “Eger namzedê PDK’ê yê hevpeymanê me, ne xwediyê şertên Serokkomariyê be, ez daxwaz ji parlemanterên reformxwaz dikim deng nedin wî.”

Ji beriya niha Tevgera Sedir, PDK’ê û aliyên Sunne hevpeymaniyek ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê pêkanîbûn. Lê bi boykotkirina koma Sedir ya civîna parlementoyê re ku xwediyê 73 kursiyane, wê şansê qezençkirina namzetê PDK’ê yê ji bo serokkomariyê lewaz bibe.