​​​​​​​Cenazeyê şehîd El-Himêdî li Minbicê hat veşartin

Cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mecid Ebdulbasit El-Himêdî li goristana Şehîdan a Minbicê hate veşartin.

5 sibat, 2022   15:31
MINBIC

Şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mecid Ebdulbasit El-Himêdî di encama bersivdayîna êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser gundewarên Minbicê de şehîd bû.

Bi sedan şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Firatê wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîdan a Minbicê ve ketin rê.

Li goristanê merasîmek hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtin û torana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest pê kir.

Berdevkê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş axivî û got: "Em li vê baxçeyê kom bûne ku hîna bi xwîna şehîdan tê avdan, şehîdên me yên leheng planên dijmin têk birin. Ji Dêrik, Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Şedadê û îro Minbicê karwanê şehîdan dimeşin."

Derwîş soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîda Rebî Îzedîn jî wiha got: "Em li vê goristanê ne, goristana berxwedan û lehengan e, em bi serketina şad in. Di heman demê de dilê ji bo şehîdan bi êşê tê guvaştin."

Di merasîmê de Hevserokê Desteya Karûbarên Civakî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Farûq El-Maşî îşaret bi berxwedana pêngava Gurzê Gelan kir û wiha got: "Dema ku em behsa şehîdên xwe dikin, şehîdên girtîgeha Xiwêran mohra xwe li dîrokê xistin û komplo têk birin. "

Piştî axaftinana endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê Mehmûd Ebû Îdo nasnameya şehîd xwend û radestî malbatê kir.

Di dawiyê de şêniyan cenazeyê şehîd di nava diruşme û tilîliyên dayikan spartin axê.

ANHA