' Lihevkirinên ji aliyê rejîmê ve tên kirin tên wateya teslîmkariyê '

Cîgirê Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbicê Mihemed Berkel diyar kir ku armanca hikumeta Şamê ji lihevkirinan ew e ku ji raya giştî re îsbat bike ku Sûriye bi temamî ketiye bin kontrola wê û got: "Ev lihevkirin tê wateya teslîmiyet û gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê teslîm nebe."

' Lihevkirinên ji aliyê rejîmê ve tên kirin tên wateya teslîmkariyê '
5 sibat, 2022   01:39
MINBIC

Hikumeta Şamê pêvajoya ''lihevkirinan'' jî li gundewarên Reqa, Dêrazorê û herêmên din ên Dera û gundewarê Şamê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de, cîgirê serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel got: "Hikumeta Şamê ''lihevkirinan''bi awayekî nerewa bi kar tîne ne li gorî biryara 2254 ya NY'yê ya ku banga çareseriyeke siyasî ya berfireh di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de, dike."

Mihemed Berkel anî ziman ku armanca rejîmê ji van ''lihevkirinan'' ew e ku ji raya giştî re bide nîşandan ku tevahiya Sûriyê ketiye bin kontrola wê û wiha domand:" Gelê me li gorî zihniyeta rejîmê van lihevkirinan red dike û xwepêşandanên ku li herêmên Reqa û Dêrazorê û herêmên din ên Sûriyê li dijî van lihevkirinan tên lidarxistin, nîşaneya vê yekê ne."

Siyasetmedarê sûrî Mihemed Berkel anî ziman ku gelê Sûriyê tu şaştî nekirine ku van ''lihevkirinan''qebûl bike û got: "Em ne sûcdar in, divê rejîma Sûriyê lêborînê ji gelê Sûriyê bixwaze, em xwediyê şoreşê ne, armanc û daxwazên vê şoreşê hene, rejîm di 11 salên şer û wêraniyê de ev daxwaz bi cih neaniye, niha jî ''lihevkirinan'' çêdike. Ev ne lihevkirin e, ev teslîmbûn e û em teslîmkariyê qebûl nakin."

Berkel diyar kir ku siyaseta ku rejîm li herêmê pêş dixe ew e ku ew vegerin hembêza welat û wiha lê zêde kir: "Em di bingeh de li welat in, ji ber ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşek ji Sûriyê ye û rewş li van herêman aram e, ji ber vê yekê pêwîstiya me bi lihevkirinan nîn e, pêwîstiya me bi lihevkirineke berfireh heye, eger rejîm li ser wê mijarê cidî ye bila rê li ber diyalogê veke û bi her kesî re diyalogê bike çi li Bakurê Rojhilatê Sûriyê çi li herêmên din û çareseriya herî guncaw ji gelê Sûriyê re bibîne."

Mihemed Berkel anî ziman ku "Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hevgirtî ne û di nav azadî û demokrasiyê de, îstîqrar û jiyaneke bi rumet dijîn, ji ber vê yekê gel rejîmeke desthilatdar, dîktator û sitemkar e û sîstema yek netewe qebûl nakin û venegerin beriya sala 2011'an."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya bajarê Minbic û gundewarên wê Mihemed Berkel di dawiya axaftina xwe de bang li gel kir ku bizanibin ku ''lihevkirin ''tê wateya teslîmkariyê û lihevkirirnên wekî li Dera, gundewarên Şamê û Helebê qebûl nekin ku Sûriyê wêran kir.

(dx)

ANHA