Eşîrên Girê Spî alîkariyê didin koçberan

Di çarçoveya piştgiriya koçberên li kampa Girê Spî de, eşîrên kantona Girê Spî goşt li koçberan belav kir.

Eşîrên Girê Spî alîkariyê didin koçberan
26 ÇILE, 2022   12:42
EYN ÎSA

Bi însiyatîfa êlên kantona Girê Spî ya alîkariya ji bo şêniyên kampa Girê Spî, îro hezar û 275 parên goştê pez li malbatên koçber hate belavkirin.

Li gorî endamê Nivîsgeha Têkiliyan a Herêma Firatê Ezîz El-Salim, ev însiyatîf piştî demekê ji kêmbûna piştgiriya rêxistinan ji bo koçberan, pêk hat.

El-Salim diyar kir ku armanca vê însiyatîfê piştgiriya welatiyên koçber e.

Endamê Nivîsgeha Têkiliyên Herêma Firatê Ezîz El-Salim bal kişand ser girîngiya hevgirtin û hevkariyê di navbera hemû pêkhateyên gelê Sûriyê de û diyar kir ku Rêveberiya Xweser di vê aloziyê de xema hemû koçberan dixwe û alîkariya wan dike.

Kampa Girê Spî ya ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve di 22'yê Mijdara 2019'an de ji bo bicihkirina kesên ku piştî dagirkirina bajar û gundên wan ji aliyê dewleta Tirk ve koçber bûne, hatiye avakirin û 6 hezar koçber tê de dijîn.

(dx)

ANHA