​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê tişta herî girîng e

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê de banga berxwedanê kir û destnîşan kir ku girîngiya rizgarkirina Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê wekî ya rizgarkirina Kobanê ye ku destpêka bidawîbûna terorê bû. 

​​​​​​​Rêveberiya Xweser: Rizgarkirina Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê tişta herî girîng e
26 ÇILE, 2022   13:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweser bi boneya salvgera 7`an a rizgarkirina Kobanê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Piştî ew qas sal berxwedan û tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, DAIŞ bi desteka herêmî hewl dide bi hemû rêbazan tola xwe hilîne û vegere.

Berxwedana li hember vê rêxistinê, ne berxwedaneke normal bû, lê belê vê berxwedanê rolek di parastina Sûriyê û cîhanê ji rêxistina DAIŞ`ê de lîst. Rizgarkirina Kobanê di 26`ê Çileya 2015`an de, destpêka tunebûna DAIŞ`ê bû. Piştî wê, gelek serkeftin pêk hatin û berxwedana Kobanê bû destan. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev destan ji xwe re kir bingeh û parastina herêmên xwe kir heta ku di 23`yê Adara 2019`an de tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê leşkerî ve, hat ragihandin.

Kobanê xwedî li projeya Rêveberiya Xweser derket û di 27`ê Çileya 2014`an de ragihand. Ev tecrube di peydakirina projeya demokratîk li Sûriyê bi giştî de, bû stûneke sereke.

Bi boneya salvegera 7`an a rizgarkirina Kobanê û ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, em şehîdên xwe bi bîr tînin. Her wiha destnîşan dikin ku dewleta Tirk a faşîst ku destekê dide terorê, ne tenê li ser herêmên me lê belê li ser gelan bi giştî xetere ye.

Serkeftina Kobanê ji bo cîhanê û mirovahiyê bû mîrasek û projeya dagirkirinê ya dewleta Tirk asteng kir ku desteka DAIŞ`ê kiribû bingeha wê projeyê. Her wiha Kobanê û berxwedana wê bala cîhanê bi giştî kişand ser xwe û cîhanê rastiya parastina li wir nas kir.

Di encamê de vîna li Kobanê ji bo tunekirina DAIŞ`ê bû hêviyeke rasteqîn. Ji ber wê Koalîsyona Navneteweyî mudaxele kir û 1`ê Mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê hat qebûlkirin.

Berdewamkirina piştgiriya dewleta Tirk bi terorê re, li ser destkeftiyên li hember DAIŞ`ê hatine bidestxistin, xetere ye. Ji bo ku ev xetere bi dawî bibe, divê helwestên diyar li hember dewleta Tirk û sûcên wê werin nîşandan. Piştî dagirkirina Serêkaniyê û Girê Spî, morala şaneyên DAIŞ`ê bilind kir.

Girîngiya rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî û Efrînê paralelî girîngiya rizgarkirina Efrînê ye ku bû destpêka bidawîbûna terorê. 

Em bang li gelê xwe dikin ku şopdarên xeta berxwedanê ya li Kobanê, Efrîn û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bin. Ji ber ku ev mîrasa dîrokî, rêya ber bi serkeftinê û civaka demokratîk û pêkanîna îstiqrarê li Sûriyê ye.”

(şx)