'Mudaxeleya Tirkiyê li Lîbyayê normalîzekirina têkiliyan bi Misirê re asteng dike’

Nivîskar û rojnamevan Eşref Ebû El-Hol got dewleta Tirk di çarçoveya normelîzekirina têkiliyên li gel Misirê de hin şert pêk anîn, lê mudaxeleya domdar li Lîbyayê normalîzekirinê dereng dixe.

'Mudaxeleya Tirkiyê li Lîbyayê normalîzekirina têkiliyan bi Misirê re asteng dike’
26 ÇILE, 2022   07:16
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Edîtorê rojnameya El-Ehram a Misirê, Eşref Ebû El-Hol got ruxmî derbasbûna zêdetirî salekê di ser destpêkirina normelîzekirina têkiliyên Tirkiyê bi Misirê re, lê pêşketina ku di têkiliyên dualî de çêbûye, gelekî hindik e. Tenê şerê xîtabê di navbera her du dewletan rawestî û nema serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan Misirê rexne bike, mîna her carê dikir.

Ebû El-Hol sedemên vê yekê ji ajansa me re eşkere kirin û got: “Ji bo normalîzekirina têkiliyan, Misirê şert danîn. Di nav de ya herî girîng; divê Enqere kesên têkiliya wan bi êrişên terorîstî re hene, radestî Misirê bike, dev ji piştgiriya muxalîfên ji Misirê anku Îxwan Muslimîn ên li Enqereyê bi cih bûne, berde. Kanalên televîzyonê yên li dijî Misirê bigire û mudaxeleya xwe ya di Lîbyayê de rawestîne.”

Ebû El-Hol destnîşan kir ku dewleta Tirk tenê çend şert pêk anîn, jê rawestandina weşana kanalên dijberî Misirê, muxalîf dûr xistin, lê kesên ku têkiliyên wan bi terorê re hene radestî Misirê nekirin û mudaxeleya xwe di Lîbyayê de domand.

Ebû Hol di dawiyê de got: “Ruxmî ku têkilî bi asta tê xwestin nehatiye normalîzekirin, lê hevdîtinên di navbera her du welatan de li ser asta ewlehiyê berdewam in û Tirkiye hewl dide pêşxistina têkiliyan bi lez bike.”

(şx)

ANHA