Ji bo azadiya rêber Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK'ê çalakî hatin lidarxistin

Li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo, bi banga azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan konê çalakiyê hate vedan û daxuyanî hate dayîn.

Ji bo azadiya rêber Ocalan û rakirina qedexeya li ser PKK'ê çalakî hatin lidarxistin
25 ÇILE, 2022   15:14
QAMIŞLO

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan û derxistina PKK'ê  ji "lîsteya terorê", li navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo konê çalakiyê veda. Çalakî wê sê rojan dewam bike.     

Şêniyên navçeya Çilaxa û navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê beşdarî çalakiyê bûn, di çalakiyê de sînevîzyonek têkldarî jiyana rêber Abdullah Ocalan hate pêşkêşkirin.

Di heman çarçoveyê de, meclisa navçeya Çilaxa  bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya navneteweyî kir ku navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" derxîne û azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan misoger bike "Da ku komploya navneteweyî ya li ser gelên bindest raweste."

Daxuyanî ji aliyê cîgirê Hevserokatiya Meclisa ÇilaxaYûnis Ebdulfetah ve li qada sereke ya taxa Çilaxa hate xwendin.

Di daxuyanyê de hate gotin: "Piştî çend rojan 23'emîn salvegera roja reş ya ku tê de rêberê navneteweyî Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî û bi beşdariya îstîxbarata cîhanî hat girtin. Ev komplo heta roja me ya îro jî bi nûnertiya komên terorîst wekî çeteyên DAIŞ, Cebhet El-Nûsra û Erdogan didome."

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku berhemên fikirî ya şovenîst yên salên borî, ji bo qirkirina nasnameya gelê berxwedêr û şerê li dijî îdeolojî û felsefeya rêber Abdullah Ocalan a bi nûnertiya neteweya demokratîk e.

Di daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hat kirin ku ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan erkên xwe yên exlaqî û hiqûqî bi cih bînin.

Her wiha soza berdewamiya berxwedanê li ser bingeha felsefeya rêber Abdullah Ocalan hate dayîn.

Di dawiyê de bang li hemû gelên birûmet hat kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan ku tevlî hemleya derxistina navê PKK'ê ji "lîsteya terorê" bibin.

(dx)

ANHA