Bi dehan şênî banga nexweşxaneyan bersivandin

Ji bo birîndarên êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran, bi dehan kes berî dan nexweşxaneyan û xwîn dan.

Bi dehan şênî banga nexweşxaneyan bersivandin
23 ÇILE, 2022   17:12
HESEKÊ – MEHMÛD UBEYD

Li ser banga nexweşxaneyan, ji bo birîndarên sivîl ên êrişa çeteyên DAIŞ'ê yên li ser girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a bajarê Hesekê, bi dehan welatî berê xwe dan nexweşxaneyên Hesekê û xwîn dan.

/ar/uploads/files/2022/01/23/143750_fatmh-shms-aldyn-asmaayl.webp

Xebatkar taqîgeha banka xwînê ya Nexweşxaneya Gel a Hesekê Fatima Şemsedîn diyar kir ku bersivandin ji banga wan re heye û hejmareke mezin welatî ji bo birîndaran xwînê didin. Her wiha destnîşan kir ku ji bo rewşên awarete yên demên bê taqîgehê hewcedariya xwe ya ji xwînê wergirtiye.

/ar/uploads/files/2022/01/23/143730_ahmd-mhmd-aly-frhan.webp

Hemşîreyê beşê destwerdana lezgîn a Nexweşxaneya Gel a Hesekê, Ehmed Mihemed Elî Ferhan jî diyar kir ku şêniyên bajar bi lez banga nexweşxaneyên giştî bersivand û tevahî cure xwîn dan.

Ferhan diyar kir ku wan hewcedariya xwe ji xwînê wergirtine.

ANHA