Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike

Meclisa Malbatên Şehîdan ragihand ku çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû û dê çalakiya xwe li deverên din berdewam bikin.

Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
Meclisa Malbatên Şehîdan: Çalakiya li Sêmalkayê dê li deverên din dewam bike
23 ÇILE, 2022   12:47
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan îro ragihand ku çalakiya xwe ya li Sêmalkayê bi dawî kirine û dê çalakiyê li deverên din li dar bixin.

Meclisa Malbatên Şehîdan di 5`ê Cotmeha borî de bi armanca wergirtina cenazeyên şehîdên kemîna Xelîfanê çalakiya konvedanê li deriyê sînor ê Sêmalkayê dabû destpêkirin.

Îro bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer û Tirbespiyê serdana çalakiyê kir.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Girkê Legê Îhsan Şiblî daxuyanî da û tê ev yek hat gotin:

“Ji 4 mehan ve, me çalakiya xwe li dar xistiye. Ruxmî bangewaziyên aştiyane lê rayedarên PDK’ê daxwazên me bê bersiv hiştin. Çalakiya me aştiyana û mirovî ye. Ji mafê dayikan e ku cenazeyên şehîdên xwe hildin. Heta ku ev armanc pêk were, em ê çalakiya xwe û berxwedana xwe berdewam bikin.

Çalakiya li Sêmalkayê bi dawî bû lê em ê li deverên cuda bi rêyên aştiyane çalakiya xwe berdewam bikin.

Em spasiya hemû welatî û saziyan dikin ku piştgiriya daxwazên me kirin.”

Her wiha di dawiya çalakiyê de berxwedana QSD`ê hat silavkirin.

(şx)