​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hêzên me bersiva êrişên DAIŞ'ê da û piranî DAIŞ'yên reviyayî girtin

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî diyar kir ku DAIŞ'ê piraniya şaneyên xwe kom kirin da ku êrişî girtîgeha Hesekê bikin û got: "Hêzên me bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da û piraniya revandî girtin."

​​​​​​​Mezlûm Ebdî: Hêzên me bersiva êrişên DAIŞ'ê da û piranî DAIŞ'yên reviyayî girtin
21 ÇILE, 2022   17:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê QSD'ê Mezlûm Ebdî di daxuyaniyekê de ku li ser hesabê xwe yê twitterê parve kiriye got, "Rêxistina DAIŞ'ê  piraniya şaneyên xwe yên veşartî kom kiriye û hewl da bi rêya xwekujiyan û derxistina îsyanan di hundirê girtîgeha Hesekê de girtiyan birevîne.

Hêzên me yên ewlekariyê bi alîkariya koalîsyonê bersiva êrişê da, derdora girtîgehê bi temanî dorpêç kir û piraniya revandî, girtin.

Careke din em dibêjin ku şerê me yê li dijî DAIŞ'ê berdewam e. Heta ku tevahî endamên sûcdar neyên girtin, em ê nesekinin."

ANHA